QSD’ê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir

QSD`ê ragihand ku şervanê wan yê bi navê Aslan Alkan şehîd bûye got: “Em soza berdewamkirina têkoşînê li hember tevahî êrîşên li dijî herêmê û bidestxistina armancên şehîdan didin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şehîdek xwe eşkere kir. QSD’ê ragihand ku şervanê wan yê bi navê Aslan Alkan şehîd bûye.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Hevalê me Aslan piştî rêwîtiyeke dirêj a têkoşîna bi rûmet gihişt asta şehadetê. Piştî têkoşîneke demdirêj di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di hemû qonaxên wê yên dijwar de, piştî beşdarbûna di hemû qonaxên avakirinê de ku destkeftiyên hemû pêkhateyên herêmê bê westan bi dest xist, hevalê me Aslan Alkan gihişt şehadetê.

Hevalê me Aslan li bajarê Serêkaniyê di nava malbateke Ereb a kedkar û welatparêz de ku gelek zarokên xwe di rêya azadiyê de feda kiriye, ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya bingehîn li bajarê xwe dît û piştre tev li Fakulteya Zanistên Siyasî ya zanîngeha Şamê bû. Piştre di sala 2014`an de tev li nava refên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û jiyana xwe ya şexsî li pey xwe hişt û jiyana xwe ya mayî ji bo parastina pêkhateyên heremê pêşkêş kir.

Heval Aslan gelek dewreyên perwerdehiya Îdeolojî û leşkerî dît û di gelek karên şoreşgerî de cih girt, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û dagirkeriya Tirk tev li gelek hemleyên leşkerî bû û di vê demê de bû şahidê şehadeta bi dehan ji hevalên xwe yên ku di nav wan de birayê wî û 2 pismamên wî jî hebûn. Bûyerên şehadeta bira û pismamên wî îradeya wî ya tekoşînê zêde kir ku armanc û daxwazên şehîdan pêk bîne.

Şehîd Aslan bi dilnizmî û exlaqê xwe dihat naskirin, wextê xwe di nav hevalên xwe de derbas dikir, bi sebir bû û paşvekişînê nedizanî, ji bo bicihanîna erkên ku jê re hatibûn spartin, pir bi israr bû.

Hevalê me Aslan li bajarokê El-Erîma yê rojavayê bajarê Minbicê, dema ku di nava refên Meclîsa Leşkerî ya El-Babê de erka xwe ya leşkerî dikir, di encama teqîna mayînekê de gihişt asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji heval û malbata şehîd re dixwazin, em soza xwe ya mezinkirina têkoşînê li dijî hemû hêzên ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin nû dikin. Ji bo bicihanîna hemû armancên şehîdan em dê têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe biparêzin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şoreşgerî: Aslan Alkan

Nav û paşnav: Ammar El-Ehmed

Navê Dayikê: Fatme

Navê Bav: Sitam

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Serêkaniyê, 1991`ê

Cih û dîroka şehadetê: El-Erîma, 02.06.2023`an”