QSD’ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyon lidar xist

QSD’ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonek lidar xist. Hat ragihandin ku çeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên li djiî DAÎŞ`ê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên girêdayî QSD`ê, bi hevkariya Saziya Têkoşîna Dijî Terorê ya “Herêma Kurdistana Iraqê” (CTG) û bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, di 26`ê Gulanê de li gundê Bûnîtil ê li rojhilatê Dêrazorê operasyon hatiye lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Piştî şopandinê, çeteyekî DAÎŞ`ê ku karê şaneyên terorîst li herêmê hêsan dikir, çek didan wan hat girtin. Yekîneyên me miqdarek çek, amûrên leşkerî yên li gel wî çeteyî desteser kirin. Dê hêzên me heta tunekirina DAÎŞ`ê, têkoşîna li dijî wê û parastina aramî û ewlehiya herêmê bidomînin.”

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, çek û amûrên hatine desteserkirin wiha ne :

-Damançe (hejmar 1).

-Çekên Kilaşînkov (hejmar 1).

-Telefonên destan (hejmar 4).

-Carcûrên çekên Kilaşînkov (hejmar 11).