QSD'ê li Dêra Zorê operasyon kir: Serçeteyek hate girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyon kirine û di encamê de serçeteyek girtine.

Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku operasyon li herêma El Kemeşê hatiye kirin.

QSD'ê diyar kir, serçeteyekî DAÎŞ'ê yê ku 'çalakiyên terorî' yên li dijî sivîlan, xebatkarên rêveberiya xweser, hêzên ewlekarî û leşkerî plan dikir hatiye girtin. QSD'ê wêneyê serçeteyê DAÎŞ'ê jî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon bi piştgiriya hewayî û bejahî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin û çek, belge û malzemeyên din hatine desteserkirin.