QSD: Di êrîşa li Reqayê de Mizgîn Kobanê şehîd bû

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku fermandara QSD'ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê) di 2'yê Tîrmehê de li Reqayê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heya îro êrişê şoreşa Rojava dikin, rojane êrişên xwe didomînin û hewl didin bi van êrişan şoreşa Rojava ya ku bi xwîna hezaran şehîdên me, gelê me heya bi dehan şervanên Enternasyonalîst ku ji her derê cîhanê tev li şoreşa Rojava bûne têk bibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku jina bivîn û hêz napejirînin, her jineke ku di şoreşa Rojava de cih digire, li her derê dikin hedef û êrişî wê dikin. Di pêvajoya dawî de bi van êrişên xwe yên ku bi taybet jinan dikin hedef dijminahiya xwe ya ji jina azad re careke din diyar dikin. Weke hêzên parastina Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê li hember van gef û êrişan bê deng nemînin û ji îdia û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.

Di 2’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqa bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir, di vê buyerê de fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn. Em ji malbata fermandar Mizgîn Kobanê re sersaxiyê dixwazin û em soza xwe ya têkbirina dagirkeriyê, mezinkirin û parastina şoreşê û pêkanîna xeyalên welatê azad ku me ji şehîdan re daye dubare dikin û ji hevalên xwe yên birîndar re şifa dixwazin.

Fermandar Mizgîn Kobanê bi nasnav Sîhem Mislim bi destpêkirina şoreşa Rojava bi lêgerîna azadî û xewnên Kurdistana azad tev lê dibe. Fermandar Mizgîn Kobanê ku ji Kobanê yê berxwedêr e, li Kobanê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Fermandar Mizgin ku li Kobanê bi rihê berxwedana azadiyê gavên şoreşgeriyê daivêje di hemû jiyana xwe de bi bîr û baweriya jiyana birûmet ku tu caran serî ji dagirkeran re natewîne hest û mêjiyê xwe mezin dike û di xeta jina azad de dibe remza jina berxwdêr a ku hêza xwe rêxistin kiriye û bi vê hêzê li Helebê heya Serêkaniyê têkoşîna azadiyê xemilandiye. Ezmûnên ku li şerê Helebê girtibû di hemû qadên ku tê de cih girtin bi hevrê û şervanên xwe re parve kir û li hember ferasetên dagirkeran ku her roj jinên şoreşger û têkoşer dixe hedef sekna jina têkoşînvan raber kir. Bi aqlê zirav ê şer û bi felsefeya bîrdoziya rizgariya jin weke hemû şehîdan bû tirs û xofa dagirkeran.

Em hêzên QSD’ê em ji malbata Hevrê Mizgîn re sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji hemû hêzên dagirker re dibêjin ku em bi bîr û girêdana şehîdan mezin dibin û tolhildana şehîdan erk û rêgeza me ya hevrêtî û şoreşgeriyê ye. Li ser vî esasî em ê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan ji dijminên jina têkoşer û dijminên azadiyê hilînin. Fermandar Mizgîn ji destpêkirina şoreşê heya roja ku gihaşte şehadetê bi hezkirin û bêteredut ked da û têkoşiya. Weke hevrê û şervanên wê em ê jî bi heman rih û biryardariyê tê bikoşin, gef û êrişên dagirkeriyê nepejirînin, weke ku em ji şehîdên xwe fêr bûne li ber xwe bidin, şoreşa ku bi xwîna şehîdên me pêk hat biparêzin. Di vê serdema ku dagirker ji her milî de êrişê gel, welat û şoreşa me dike em bawer in ku gelê me yê jî ji hemû deman zêdetir bi erka xwe ya welatparêzî rabe û li gor şerê gel ê şoreşgerî yê ku misogeriya jiyan û welatê azad e xwe rêxistin bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye;

 

Nav û Paşnav: Siham Mislim

Navê tevgerî: Mizgîn Kobanê

Navê Dayik: Emîne

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: 1990-Kobanê

Cih û Dîroka şehadetê: Reqa-02.07.2022.”