PYD: Li dijî qetlîama li Konyayê em ê berxwedanê geştir bikin

PYD’ê qetlîama nijadperest a li Konyayê şermezar kir û got “Em ê li hemberî qetlîamê berxwedanê geştir bikin.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) îro têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd li Konyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê di destpêka daxuyaniya xwe de got ku tişta li Konyayê ya li bajarê Tirkiyeyê çêbûye, komkujiyeke hov e di encamê de 7 kesên Kurd ji heman malbatê pêş çavên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de hatin qetilkirin. PYD’ê diyar kir ku ev yek sedemên nîjadperest û netewperestiyê nîşan dide, ku Erdogan ji dema hatî ser deshilatê ve li ser kar kir û dezgehên wî yên çapemeniyê jî li dijî Kurdan bi pêş xist.                   

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev sûcê hov ku zilamên mafyaya Erdogan pêk anîne, ne sûcê yekemîn e û dê ne yê dawî be jî. Ev sûcên li dijî sivîlên Kurd pêk tên, encama zihniyeta nîjadperest e ku ji beriya bi sedan salan ve desthilata Tirkiyeyê pê welêt hikum dike.”

PYD’ê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên rejîma Tirk yên dijberî gelan û bi taybetî dijberî gelê Kurd, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî hewldanên “bloka faşîst” a rejîma Tirk ên qirkirina Kurdan û koçberkirina wan bi darê zorê, dê îsrara brexwedanê heta bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurd zêdetir bibe.