PYD’ê peyama sersaxiyê ji bo wefata Dr. Recaî Fayid weşand

PYD’ê ji bo wefata Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û nivîskarê pirtûka ‘Ocalan: Rêbertî û Doz’ Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê weşand.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî ji bo wefata Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em bi xemgînî agahiya wefata dostê gelê Kurd û piştevanê doza Kurd û di heman demê de Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û nivîskarê pirtûka ‘Ocalan: Rêbertî û Doz’ Dr. Recaî Fayid bihîst. Em sersaxiyê ji komara Misirê, gel û hikumeta wê, her wiha ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin."