PKK: Gelê Kurd ku yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabû, wê ti carî têk neçe!

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gel û jinên Kurd ku milîtan hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne, wê ti carî têk neçin.

PKK'ê ji bo Leyla Sorxwîn daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Her roj di asta pêşengiyê de hevrêyên me tevlî karwanê şehîdan dibin. Herî dawî ewlada leheng a jin û gelê Amedê û Kurdistanê, Endama Komîteya Navendî ya partiya me PKK Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, Fermandara Qada Botanê hevrê Leyla Sorxwîn şehîd bû. Milîtana dilxwaz a xeta fedaî ya Apoyî hevrê Leyla Sorxwîn bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin, soz didiin ku têkoşîna wê ya azadiyê timî bi pêş ve bibin û bigihînin serketinê. Gel û jinên Kurd ku milîtanên hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne wê ti carî têk neçin, wê jiyaneke bi koledarî qet qebûl nekin û li ser xeta azadiyê timî serketinên mezin bi dest bixin. Di şexsê hevrê Leyla de şehîdên leheng ên meha Gulanê û têkoşîna me ya azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

LI SER XETA EGÎD Û ZÎLAN BÛ FERMANDAR

Hevrêya me Leyla Sorxwîn di temenekî ciwan de li navçeya Bismil a Amedê ji nava malbateke welatparêz tevlî nava refên PKK'ê bû. Di nava PKK'ê de her tim cihê xwe li nava refên gerîla û eniya pêş girt. Timî xwest li qadên zehmet bimîne, bi têkoşîna xwe astengî nas nekir. Şervaneke fedakar û wêrek bû, di her astê de fermandarî kir. Ji şervaniyê heta bi fermandariyê her tim bi rengekî fedakar, dilnizm û xweşbîn tevlî bû, têkiliyên xwe yên hevrêtiyê gelekî kûr û xurt bûn. Mîna avê pak bû. Ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve di felsefeya rêbertî de xwe kûr kiribû. Bi van taybetmendiyên xwe hêz û moral dida hevalên xwe. Lewma hevrêyeke welê bû ku timî dihate hezkirin û çav lê digeriya. Di têkoşîna azadiyê ya jinê de bi israr bû; di kesayetiya Apoyî de xwedî pîvan û taybetmendiyên xurt û pêşeng bû. Îdeolojiya azadiya jinê di asta herî bilind de di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di her serdema têkoşînê de pîvanên partiyê di kesayetiya xwe de temsîl kir, ji bo bicihanîna pîvanên partiyê di asta pêşengiyê de têkoşiya. Bi têkoşîna xwe ya serketî ku li ser xeta serketinê ya Apoyî meşand cihê xwe di nava Konseya Fermandariyê ya YJA Starê û HPG'ê de girt. Bi salan di asta endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê de wezîfe kir. Ji aliyê feraset û rêbazê ve xwe li ser xeta gerîlayên modernîteya demokratîk timî kûr kir. Di rêbaza şer de xeta serketinê timî ji xwe re kir esas. Li ser xeta Egîd û Zîlan bû fermandar. Ji bo bicihanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî kedeke mezin da, kete nava hewldaneke mezin. Li ser vê bingehê valahiya ku ji ber şehadeta Fermandara YJA Starê hevrê Delal Amed rû da dagire, li Botanê şer kir û şehîd bû.

JI BO BELAVBÛNA ŞOREŞA 'JIN, JIYAN, AZADÎ' LI CÎHANÊ, BI ROLEKE GIRÎNG RABÛ

Rêber Apo got 'PKK partiyeke jinan e'. Tevgera me ya azadiyê ya jinê bi vê nêrîn û felsefeyê bû gerîla, bû partî û sîstema jinê afirand. Bi têkoşîna xwe ya lehengî veguherî hêzeke pêşeng. Li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê, kir ku jin azad bibe, bibe xwedî îrade. Di vê çarçoveyê de nêrîne Jineolojiyê ya Rêber Apo îro li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav bûye. Ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û siyasî ve şoreşa azadiyê ya jinê gihîştiye asteke girîng. Hevrê Leyla Sorxwîn jî yek ji milîtanên pêşeng ên vê têkoşîn û pêşketina dîrokî bû. Ji bo şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' li cîhanê belav bibe bi roleke girîng rabû.

Hevrê Leyla Sorxwîn di vê pêvajoya têkoşînê ya giran de berpirsyarî, fedakarî û wêrekiya Apoyî di asta herî bilind de nîşan da. Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li refên herî pêş beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Bi salan fermandarê ji Berxwedana Botanê ya dîrokî re kir. Mîna fermandar Delal Amed, ji Amedê tevlî têkoşînê bû, bi Botanê re bû yek, welatparêzî û berxwedêriya gel û jinên Kurd gihand asta herî bilind. Lewma ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û pêşîvekirina li Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk, kedeke mezin da, bi roleke mezin rabû.

Bêguman ev rastî û keda mezin a ji fermandarên nemir ên Botanê hevrê Leyla Sorxwîn wê ti carî neyên jibîrkirin. Hevrê Leyla bi sekna xwe, tevlîbûna xwe, dilsoziya bi rastiya Rêber Apo û taybetmendiya xwe ya ku zor û astengî nas nedikir, wê timî rê nîşanî me bide. Di serî de jin ên ciwan û ciwanên Amed û Botanê, ciwan û gelê Kurdistanê bi temamî wê vê fermandara nemir rast fêhm bikin, hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin, têkoşînê bimeşînin û serketinê bi dest bixin. li ser xeta Rêbertî û şehîdan wê li ber xwe bidin, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Di vê têkoşîna azadî û hebûnê ya pîroz de şehîdên me yên leheng wê timî bibin meşaleya azadiyê ku pêşiya me ronî dikin.

Li ser vê bingehê em fermandara nemir a jin û gelê Kurd hevrê Leyla Sorxwîn careke din bi rêz û minet bi bîr tînin û bang li jin û ciwanan dikin ku li ser şopa hevrê Leyla hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin!"