MKP û TKP-ML'ê Kaypakkaya bi bîr anîn

Îbrahîm Kaypakkaya bi pêşengiya MKP û TKP-ML'ê bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.

MKP û TKP-ML'ê li xaka Rojhilata Navîn ji bo bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya merasîmeke leşkerî lidar xistin. Yekîneyên DKP/BOG, MLKP, TKEP/L, DKP-Bîrlîk û THKP-C/MLSPB tevlî merasîmê bûn.

Merasîma leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Kaypakkaya destpê kir. Destpêkê bi navê MKP û TKP-ML bi Tirkî daxuyaniyek ji aliyê Meral Berna ve hate xwendin. Piştre Fermandarê Tabûra Ermen a Şehîd Nûmar Ozanyan, Manûel Demîr daxuyaniya hevpar bi Erebî xwend.

Di daxuyaniya MKP û TKP-ML de hate gotin, "Kevneşopiya me ya têkoşîn û berxwedanê ya 50 salî wê li ser xeta hevrêyê me yê pêşeng teqez bi ser bikeve. Niha dema serketinê ye. Em ê bi ser bikevin."

Bi navê DKP/BOG jî Tûfan Pîr Keleş axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Di peyama MLKP'ê de hate gotin, "Bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya berxwedana li dijî dagirkerî, mêtingerî û zilmê ye. Dema ku êriş li ser şoreşa Rojava, têkoşîna azadiyê ay Kurd û çîna karker a li Tirkiyeyê bû em ê mîna Îbrahîm, Ferhat, Çaran, Mahîr, Denîzan li ber xwe bidin."

Bi navê THKP-C/MLSPB jî Huseyîn Cevahîr peyamek da û got, "Em ê heta serketinê şer bikin."

Di peyama DKP/Bîrlîk de jî hate gotin, "Bûrjûvaya Tirkiyeyê heta îro li Tirkiye, Kurdistanê bi deh hezaran şoreşger qetil kir, lê belê nekarî pêşî li têkoşîna şoreşê bigire. Berevajî, vê yekê agirê şoreşê li Kurdistanê gihand bi milyonan mirovî, li aliyê Tirkiyeyê jî nekarî çirûskên agirê şoreşê tune bike."