Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan: 2 şervanên me şehîd bûn

Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, nasnameyên 2 şervanên xwe yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkere kirin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, duh têkildarê şehadeta 2 şervanên xwe yên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên Til Temirê de şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Welatiyên gelê Suryan-Asûrî bi hevkarên xwe li Sûriyeyê hemû herêmên xwe ji terorê rizgar kirin û bi tundtirîn rêxistinên terorê yên mîna DAÎŞ’ê re şer kirin, li Reqa û Baxozê têk birin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, ji destpêka êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di eniyên pêş de parastina destkeftiyên gel û şehîdên xwe dikin.

Bi êrîşên dewleta Tirk û komên wê re ku di vê dawiyê de gelek welatî û leşkeran jiyana xwe ji dest da. Du şervanên me yên din jî şehîd bûn.

Dijmin, hêj jî li binpêkirina peymanên navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dewam dike. Her roj,eniyên bi ser sînor ve tên bombebarankirin û windahî û zirar çêdibin û bi hezaran welatî koçber dibin.

Em Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, soz didin şehîd û hemû gelên herêmê ku parastina gelê xwe bikin û nahêlin dijmin komkujiyên din pêk bînin.”

Duh, artêşa Tirk a dagirker, gundên Dirdara û Qibor Qeracine yên Til Temirê bombebaran kirin, di encamê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan; Yûsiv Muhsin Mitras û Radî Mizel Osman şehîd bûn.