Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê: Em ê ji bo Mexmûrê her tim li ser piyan bin

Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê li ber hewldana dorpêçkirina Mexmûrê rabûn û gotin, "Em heta dawiyê bi berxwedana xelkê Mexmûrê re ne. Bi lev û roj êm e li ser piyan bin."

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi westayîtên zirxî dixwaze dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigire, têl bike û kuleyan dane. Li dijî vê gelê Wergeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî 9 roj in li dijî artêşa Iraqê di nava berxwedanê de ne. Endamên Malbata Şehîdan a Herêma Firatê ji ANF’ê re axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Mexmûrê anîn ziman.

‘GELÊ MEXMÛRÊ BI VÎN Û TÊKOŞÎNA XWE, JIYANÊ JI NÛVE AVAKIRIN’

Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî bibîr xist ku, bi hezaran welatiyên wargeha Mexmûrê ji ber zilma dewleta Tirk neçar mane koç bikin û li çoleke vala jiyanê ji nûve ava bikin û got, “Çolek ku tê de tejî dûpişk, mar bû. Li wir jiyan nedibû. Lê gelê wargeha Mexmûrê bi vîna xwe di nava sêgoşeya sînorên Iraq, Îran û Sûriyeyê de têkoşîna man û nemanê dan. Qaşo Neteweyên Yekbûyî dibêjin ‘em xwedî li gelê wargeha Mexmûrê derdikevin’. Ji bo pirsigêka avê bîr hatin kolandin. Lê îro kes xwedî li Mexmûrê dernakeve. Gel bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû destkeftî bi dest xistin.”

Efendî diyar kir ku, li wargeha Mexmûrê tevî ewqas sal derbas bûn jî hêj pirsgirêka ava vexwarinê gel dijî û wiha dewam kir, “Çawan ku îro her aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dorpêçkirin û ambargo hatiye dayîn, dixwazin li Mexmûrê jî heman tiştî pêk bînin. Gelê Mexmûrê pergala jiyana xwe ava kirine. Di qadên tenduristiyê, meclisa gel û pergala dibistanan rûniştiye. Bi hezaran zarok diçin dibistanan û li Iraqê jî fermiyetek bi dest xistine. Divê vîna gel bê dîtin.”

‘EM BERXWEDANA GELÊ MEXMÛRÊ SILAV DIKIN’

Efendî destnîşan kir ku, dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe êrîşê gelên ku hebûna xwe îsbat kirine dike û got, “Divê bê zanîn, gelê Mexmûrê ne bi tenê ne. Wê gavek jî ji vê berxwedanê tawîz nede. Çawa ku Şengal xweseriya xwe ava kir, gelê Mexmûrê jî wê xweseriya xwe pêk bîne. Kobanê bi ser ket, bi saya mamosteyên Mexmûrê îro bi hezaran şagirt li zanîngehan bi zimanê Kurdî dixwînin.

Efendî da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana gel bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Çi ji destê me bê, em amade ne bikin. Em berxwedana gelê Mexmûrê silav dikin. Em ruhê Apoyî, ruhê Mazlûm û Zekiyeyan silav dikin. Weke gelê Kobanê heta dawî em piştgirî didin berxwedana gelê Mexmûrê.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANÊ BIKIN’

Dayîk Şehîd Çiya Emîna Yasîn jî destnîşan kir ku, hewl didin bi dorpêçê re berxwedana gel biçewsînin û got, “Êdî bese zilm û zor û çavsoriya dagirkeriyê. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku, li dijî kiryarên artêşa Iraqê xwedî helwest bin. Ji bo dijmin ferq nake, zarok ango pîr, di çavê wan de hemû dijmin in. Ev bêwijdaniyek mezin e. Dijmin dixwaze gelê Mexmûrê ji holê rake û gelê Kurd jî tune bike. Divê bê zanîn em weke rehên gulan in, li her derê em şîn dibin. Bi şev û roj em ê xwedî li hev derkevin û piştgirî bidin wan.”