Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê destpê kirin

Xwendekarên li Zanîngeha Kobanê dixwînin, dest bi ezmûnên xwe yên werza dawî ya salê kirin.

Li Zanîngeha Kobanê, 550 xwendekarên li beşên Wêje û Zanistiyê dixwînin dest bi ezmûnên xwe yên dawiya salê kirin.

Ezmûn di beşa wêjeyê de li ser Wêje û Zimanê Kurdî, Wêje û Zimanê Erebî tê kirin.

Di beşa zanistiyê de jî li ser beşên Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya û Tipê têne kirin.

Xwendekarên li 5 peymangehên perwerdeyê jî di beşên Mamosteyên Refê, Erdnîgarî, Îngilîzî, Biyolojî de ketine ezmûnê.

Di Tipê de jî xwendekarên peymangehên Anestezî, Hemşîretî û Testa Xwînê dest bi ezmûnan kirin.

Ezmûn li peymangeha Teknîkê, Îdare û Qanûnan de jî destpê kirin.

Ezmûnên dawiya salê yên li Zanîngeha Kobanê wê heta 21'ê Tîrmehê dewam bike.