Li Tebqayê çalakiya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Navenda Çandê ya Tebqayê û Tevgera Mezopotamya û Hunera Demokratîk bi hev re bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e’’ çalakiya “Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan” lidar xist.

Çalakî, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatiye lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, nivîsgeh û komîteyên jinan, tevlê çalakiyê bûn.

Di destpêka çalakiyê de Cîgirê Komîteya Çand û Hunerê, Musene Ebdulkerîm li ser navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, wiha axivî: “Em spasiya Komîteya Çand û Hunerê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Tebqayê dikin ku ev çalakî li dar xistin.”

Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Hûn nikarin roja me tarî bikin, Sîwan û Rojhilata Navîn, Alozî û Çareseriya Demokratîk di civaka Rojhilata Navîn de û Neteweya Demokratîk û wekî din hatin nîşandan.

Ebdulkerîm wiha pêde çû: “Em çalakiyên wiha ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan û têkoşîna wî didin nasîn, hêja dibînin, ji ber ku Rêber Ocalan, jiyana xwe ji bo azadiya gelan, demokrasî û aştiyê buhurandiye.”

Ebdulkerîm, îşaret bi wê yekê kir ku sê sal in parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pê re nekirine, û sal û 5 meh in têkiliya Rêber Ocalan bi derve re qut e, cara dawîn bi tenê bi 4 deqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî.

Ebdulkerîm axaftina wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em çalakiyên wiha zêdetir li dar bixin da ku em zextê li cîhanê bikin û tecrîdê têk bibin.”

Piştre, Koma Botan, Yasmîn El Tebqa, Rûken Hemê Tebqa, stranên Kurdî û Erebî gotin.

Çalakî, bi gerandina govendê û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi dawî bû.