Li Sûriyeyê rêjeya birçîbûnê zêde bûye

Bernameya Xûrek a Cîhanê roja Înê daxuyaniyek da û hişyar kir ku li Sûriyeyê rêjeya birçîbûnê zêde bûye.

Rêxistina Xûrekê got ku krîza aborî ya bi salan û şerê ku zirar dide civak û jiyanê, 2.9 milyon kes bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû hiştiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Sûriyeyê birçîbûn di 12 salên dawî de gihiştiye asta herî jor û sedî 70’ê nifûsê wê nekaribin ji bo malbata xwe, xwarin peyda bikin.

WFP’ê ragihand ku bihayên xûrekan di nava sê salan de, 12 qat zêde bûye û got: “Sûriye niha welatê 6’emîn e ku hejmara mirovên ku baweriya wan a xûrekê nemaye, herî zêde ye.”

Dîrektorê Îcrayê yê WFP’ê Davîd Beasley vê hefteyê serdana Sûriyeyê kiribû û wiha gotibû: “Eger civaka navneteweyî alîkariyê nede Sûriyeyiyan, wê bi xeteriyek din a koçberiya girseyî re rû bi rû bimînin.”

Beasley ev pirs kir: “Gelo civaka navneteweyî vê yekê dixwaze?” û bang li welatên din kir ku ji bo pêşîgirtina li vê karesatê, hewldanên xwe bikin du qat.