Li Minbicê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê bi meşekî girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Tevî endamên tevgerê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, saziyên jinan û şêniyên herêmê tev li meşe bûn.

Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan û PKK`ê hildan û ji Çerxerêya Mîzan heta Yarîgeha Beledî meşiyan. Li yarîgehê endamê tevgerê Nasir Hesen axivî û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Hesen îşaret bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîlayên azadiyê kir û diyar kir ku gelê herêmê bi ruh û fikrê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekdest e, ji lew re dewletên komploger hewl didin projeya li herêmê têk bibin û got: “Ev proje projeya mirovahiyê ya tevahî gelan e.”

Hesen destnîşan kir ku wek ciwan ew ê heta rizgarkirina tevahiya deverên Sûriyê yên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin û xak û gelê xwe biparêzin.