Li Kobanê SÎHA’ya Tirk bombe li sivîlan barand

Li gundê Qumçî ya dikeve ser rêya Kobanê-Helebê SÎHA’ya Tirk bombe li wesayîta sivîlan barand.

Li Kobanê balafira bi cûra SÎHA ya Tirk bombe li du wesayîtên sivîlan barand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Balafireke Bêpîlot û Biçek a Tirk li gundê Qumçî 25 kêlometre dikeve başûrê Kobanê, li ser rêya Kobanê-Helebê, bombe li du wesayîtên sivîlan barand. Di êrîşê de ziyanên madî pêk hatin.

Hate ragihandin ku tiştek bi sivîlan nehat. Hêzên Hawarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê cihê bûyerê dorpêç kirin û tedbîrên pêwîst girtin.

Hêjayî gotinê ye ku SÎHA’yên Tirk her tim sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef. Herî dawî mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oaclan li gundê Elpelûr hatibû hedefkirin. Beriya wê jî maleke sivîlan li gundê Memît kiribûn hedef. Her wiha di 23`ê Hezîrana 2020’ê de li gundê Helincê komkujî pêk anîbûn û di encamê de 3 jin hatibûn şehîdkirin.