Li herêmên Keram, Sirîn û Mensûrayê 32 çete hatin girtin

QSD’ê ragihand ku, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete girtine.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka Koalîsyona Navneteweyî daye destpêkirin, hêzên hevbeş operasyonên lêgerîn û serdegirtinê yên li dijî çeteyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst li herêmên Kerame, Sirîn û Mensûrayê zêde kirin. Her wiha hêzan operasyonên lêgerînê ji vê sibehê ve li Reqayê zêde kirin.

Di operasyonên lêgerînê yên duh de, hêzan me li her sê herêman 32 çete û gumanbar girtin, her wiha gelek çek, cebilxane û belge hatin desteser kirin.

Ji nav wan çeteyên ku li Reqayê hatine girtin, 2 endamên rêxistina terorîst hebûn ku êrîşên terorîst bi rê ve dibirin û endamê beşdarî êrîşa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûbû, vedişartin.

Her wiha hêzan tevgerên şaneya terorîst li derdora bajarokê Mensûra şopandin. Wê şaneyê hewl dida dûrî herêmên operasyonên lêgerînê bikeve û cihên xwe biguherin. Lê hewldana wan hate vala derxistin û şane hate bêbandorkirin.

Vê sibehê hêzan hemleya operasyonên lêgerînê li Reqayê da destpêkirin. Hêzan beşên mezin ji taxa Diriyê paqij kirin û hîna hemle dewam dike.

Li rojavayê Reqayê jî hêzên operasyonên hevbeş operasyonên lêgerînê li gundên Ebû Qibêî û Hemam dewam dikin, her wiha operasyonên li herêma Sirînê li gorî plana hatiye danîn dewam dikin."