Li herêma Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hate pîrozkirin

Li herêma Firatê salvegera 8'an a rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser bi awayek bi coş hate pîrozkirin.

Îro bi sedan şêniyên Herêma Firatê û Kobanê bi wesîleya pîrozkirina salvegera 8’emîn a Rizgarkirina Kantona Kobanê û salvegera 9’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser li Eywana Firat kombûn.

Di çalakiya pîrozbahiyê de Hevserokê Encûmana Cîbcîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û diyar kir ku, Kobanê bi felsefeya Netewaya Demokratîk bi ser ket û ev tişt got, “Em salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li tevahiya gelan û gaziyên şer pîroz dikin. Em îro bi saya berxwedana şervanên leheng gihiştin vê rojê. Em ê li dijî her kesê ku dixwaze projeya Netewaya Demokratîk têk bibe, têbikoşin û xwedî helwest bin. Em ê bi piştevaniha gelên li herêmê Projeya Netewaya Demokratîk, bikin projeya tevahî cîhanê.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî jî soza berdewamkirina berxwedanê da û got, "Bi saya berxwedaniya tevahî gelên li herêmê û projeya netewaya demokratîk Kobanê bi ser ket. Kobanê soza berxwedaniyê da û bi ser ket. Em ê vê mîrateya berxwedanê bidomînin û bi ruhê Apoyî li dijî tevahî hêzên mêtinger li ber xwe bidin.”

Piştre Endamê Encûmena Cibcîkar a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Mesûm El Elî axivî. El Elî salvegera 8’emîn a rizgarkirina Kobanê li tevahî gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û ev tişt got, “Hemû gel dizane ku çawa Hikûmeta Sûriyeyê û Îraqê li hemberî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê reviyan. Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka desthilatdaran bi hemû cure çek êrîşê Kobanê kirin. Lê di encama qehremaniya şervanên vî gelî bi ser ket.”

Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir jî destnîşan kir ku, bi saya xwîna jin û xortên gelê Kurd, Kobanê azadiya xwe misoger kir û wiha got, “Li dijî zilm û zordarî şervanên leheng bi zimanê xwe hebûna xwe misoger kir."

Çalakiya pîrozbahiyê bi stran, xwendina helbestan û gerandina govendê bi dawî bû.