Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Helebê wesayîta zirxî ya Tirk pêl jin û zarokekê kir

Wesayîta zirxî ya dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Atareb ê Helebê pêl jin û zarokek kir û qetil kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja Duşemê 2 wesayîtên zirxî yên Tirkiyeyê dema li bajarokê Atareb ê dikeve bakurê rojavayê Helebê dewriye digeriyan pêl jin û zarokek kir.

Jin û zarok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên bajar bi keviran li wesayîta zirxî xistin û dewleta Tirk şermezar kirin. 

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di destpêka meha Mijdarê de li bajarê Serêkaniyê zarokek keç ji aliyê wesayîteke zirxî ve hat pelçiqandin.