Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îxanet û êrişên dagirker hatin protestokirin

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Başûrê Kurdistanê û Rojava, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

HESEKÊ

Şêniyên Hesekê bi dirûşmeya "Em ê li dijî îxanetê li ber xwe bidin, bi yekîtiya niştimanî em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin" xwepêşandanek lidar xistin.

Bi hezaran şênî li çarxereya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk hildan û pankartên "Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye" hildan.

Xwepêşandêran li kolana sereke ya Hesekê geriyan û bi dirûşmeyan sûc û êrişên dagirkeriya Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne şermezar kirin.

Xwepêşandan li çerxereya El-Hemam veguherî mitîngê. Piştre, Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Mistafa Ehmed got: "Bi ruhê 19'ê Tîrmehê û pêngava 15'ê Tebaxê û bi saya hevgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê, em ê bi ser bikevin. "

Ehmed destnîşan kir ku xwepêşandana wan ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk e ku li ser Başûrê Kurdistanê ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tîne.

Ehmed destnîşan kir ku di demekê de ku hewldan ji bo yekitiya Kurdan tê kirin, PDK'ê nûnerên Rêveberiya Xweser direvîne û çeteyên Itîlafa Sûriyeyê pêşwazî dike, ev isbata hevkariya wan bi dijminên Kurdan re nîşan dide.

Piştre, Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê, Semer Ebdullah got: "Krîza Sûriyeyê hîn berdewam e, armanca dagirkeriya Tirk jî parçekirina herêmê ye û kûrkirina aloziyê ye."

Semer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî wan û got: "Armanca dagirkeriyê berfirehkirina qada dagirkirinê ye."

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

DÊRIK

Bi heman armancê meş li Dêrikê jî hate lidarxistin. Meş ji qada Azadî dest pê kir û ber bi dêra Marşimonî ve domiya.

Di meşê de pankartên "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" û "Gerîla pêşeroj û rûmeta mirovan e" hatin hildan.

Meş li dêra Marşimonî veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê PYD’ê Hisên Remedan êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku kongreyê neteweyî yê Kurdistanî li hember komployên ku li dijî gelê Kurd têne kirin, were lidarxistin."

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bi meşekê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir. Di meşê de êrişên PDK’ê li dijî gerîla hate şermezarkirin û hate piştrastkirin ku sûcên bi vî awayî xizmeta dewleta Tirk dike.

Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mitîngê.

Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo wiha axivî: "Hikûmeta Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide ku şoreşa Rojava û yekitiya Kurdan têk bibe. Em bang li PDK’ê dikin dev ji helwestên xwe yên ku xizmeta dewleta Tirk dike, berde."

ÇILAXA

Bi dirûşmeya "Ji şer re na, dem dema yekîtiya neteweyî ye" gelê navçeya Çilaxa meşek li dar xist û êrişên PDK'ê û dewleta Tirk ên li ser herêmên gerîla şermezar kir.

Meş ji çerxerêya şehîd Mehsûm dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir.

Xwepêşandêran dirûşmeyên "Bijî berxwedana Avaşîn, Metîna, Zap, bijî berxwedana gerîla, bê serok jiyan nabe, bimire xiyanet" berz kirin.

Meş li çerxereya şehîd Mehsûm veguherî mitingê.

Yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakê li navçeya Çilaxa, Mihemed Ebas got êrişên PDK'ê yên li dijî şervanên azadiyê ne tesadufî û wiha dom kir: "43 sal in êrişên li dijî gelê Kurd ranawestin, tevî wê jî serî netewandin û her tim li ber xwe dan. "

TIL BIRAK

Meclisa navçeya Til Birakê jî bi heman armancê meşek organîze kirin. Meş çerxerêya şehîdan dest pê kir.

Meş li çerxerêya Til Birak veguherî mitingê. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birak Emîne Xelêf êrişa hêzên PDK'ê li dijî gerîlayên li herêma Xilêfan şermezar kir.

Emîne piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, berdewamiya sûcên dagirkeriyê yên qutkirina ava li ser milyonan sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xerabkirina gorên şehîdan e.

Bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hemû hemû miting bidawî bûn.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer jî vê sibehê ji pêşiya parka Rêber Ocalan dest bi xwepêşandanê kirin. Şênî di kolana sereke ya navçeyê re geriyan û dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê berz kirin. Xwepêşandan li navarasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Meclisa Navçeya Til Koçerê endamê meclisê Salih Mihmêdî wiha axivî: “Em kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin.”

Mihmêdî diyar kir ku armanc ji hevkariya PDK’ê û AKP’ê ew ku şer di navbera gelan de berdewam bike. Mihmêdî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li kêleka gerîla ne, ji ber ku ew ji ber tevahî gelê Kurd ve şer dikin.”