Li Efrînê du kes hatin revandin

Dewleta Tirk û artêşa çeteyan a di bin banê wê de, li navçeya Şera ya Efrînê du kes revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, li navçeya Şera ya Efrînê du kes revandin.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên xwe wek ‘polîsên leşkerî’ dane naskirin du kesên bi navên Îbrahîm Hemze (73) û Mamo Îbrahîm Hemze (55) revandine.

Hat zanîn ku yên hatine revandin, di êrîşên dagirkeriyê de terka mala xwe kirine û ji ber propagandaya vegera li mala xwe ya ENKS’ê xwe xwestine vegerin gundê xwe ne.

Nehat zanîn ku yên revandine birine bi kû ve.