Li Efrînê 11 kesên din hatin revandin

Leşkerên Tirk ên dagirker di nava hefteyekê de li Efrînê 11 kes revand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên resen ên li kantona Efrînê ya dagirkirî didomînin.

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hefteyekê de 11 welatî revandine.

Li gorî çavkaniyan, kesên ji navçeya Cindirêsê yên hatine revandin ev in; Derwîş Hesen Mihemed (31) ji gundê Nesriyê ye, Ebdumecîd Hisên Mihemed, Wehîd Ebdo Ebdo (26) ji gundê Nesriyê ye, Mihemed Newres Îsmaîl (32) ji gundê Nesriyê ye û Şêxmûs Xelîl ji gundê Kefir Sefrê ye.

Ji navçeya Şiyê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî revandin. Hate diyarkirin Elî Zuhêr Hemo (24) ji Şiyê, Mehmûd Keleş, Hesen Sebrî ji gundê Hêkêçê hatine revandin.

Ji navçeya Şêrawayê jî, dagirkeran Xelîl Îsmaîl Elî (22) û Ehmed Nebo Ehmed ên ji gundê Burc Heyderê revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Şera jî, Ehmed Yûsif Tobal ji gundê Meiriskê revand.

Li aliyekî din jî çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ li welatiyê bi navê Reşîd Ebdurehman Seydo yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şerayê da.

Li navçeya Mabeta jî, serçeteyê ‘Mihemed Fetih’ 300 darên zeytûnê yên Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Mist Eşûra birî.

Her wiha çeteyên ‘Muetesim Bîllah’ ên artêşa Tirk a dagirker bi ser mala Mihemed Şêx Îsa yê ji navçeya Şera de girt û nêzî 10 hezar dolar û gelek telefon dizîn.

Li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê, çeteyên ‘Firqet Hemzat’ gelek panelên enerjiya tavê tevî alavên wê dizîn.

Li gundê Şadiya yê navçeya Raco jî, çeteyên "Ehrar Şerqiye" nêzî hezar û 500 darên henarê yên ayîdî Hisên Ehmed Xelîl Cafer ê ji gundê Mamila birîn.

Her wiha çeteyên ‘Firqet Hemzat’ bi ser mala Hebîb Berho (80) ê ji gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê de, girt.

Çeteyên ‘Sultan Murad’ nêzî 80 darên zeytûnê yên Henan Ebdurehman ê ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera birîn.