Li Şehbayê tecrîd hat şermezarkirin, Hakî Karer hat bîranîn

Şêniyên Efrînî yên li Şehbayê dimînin bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer, bi pêşengiya rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê meşek girseyî lidar xistin.

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bîranîna şehîd Hakî Karer, rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê meşek girseyî lidar xist.

Meşa ku bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlê bibûn, ji ketina gundê Til Qerah ê Şehbayê destpêkir. Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarên li ser wan nivîsên di çarçoveya şermezarkirina tecrîdê hatibûn nivîsandin hatin vekirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê endama Kongra Star a Efrînê Hêvî Silêman axivî. Hêvî tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Armanca tecrîdê qutkirina têkiliyên di navbera Rêber Apo û gel de ye. Yên ku tecrîdê ferz dikin, divê bizanibin ku Rêbertî di fikirê me de dijî, em li ser xet û felsfeya wî dijîn, Rêbertî rêya azadiyê ji me re ronî kir. Ji ber wê tu kes nikare roja me tarî bike.”

Li aliyekî din jî endama Yeîtiya Jina Azad a Herêma Şehbayê Fatima Cemo jî axivî û destnîşan kir: “Dewleta Tirk a dagirke planên xwe yên dijminane û projeyên xwe yên mêtîngeriyê didomîne, tevahî qanûnên mirovî û hiqûqî binpê dike. Tirkiyê binketina xwe li ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî berxwedana gerîlayan qebûl nake.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banag azadiya wî bi dawî bû.