BI DÎMEN

Konvoya Cizîrê gihişt Bendava Tişrînê

Nobeda ji bo parastina Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 112 roj in didome. Konvoya koma nû ya Kantona Cizîrê gihişt Tişrînê û nobet dewr girt.

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê biparêzin 112 roj in bêyî navber nobetê digrin. Konvoya gel a ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê di saetên sibehê de ber bi bendavê ve derket rê, gihîşt Bendava Tişrînê.

Konvoya gel li Bendava Tişrînê bi coş hat pêşwazîkirin.