Ji bo Ocalan name ji CPT’yê re şandin

Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek lidar xistin û ligel hin biryaran ji CPT’yê re nameyek şandin.

Civîn li salona Mêrî Land a li taxa Siyahî ya Qamişloyê hat lidarxistin. Endamên Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tevlê civînê bûn.

Di civînê de Hevserokê Yekîtiyê, Mişleb El-Tirkan bixêr hatina beşdaran kir û piştre rapora rêxistinî ya yekîtiyê ya ji dema di navbera 9’ê Tîrmeha 2021’an û 6’ê Tebaxê de hate xwendin.

Endamên Yekîtiyê bi rêya civîna xwe bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin hatiye ferzkirin. Her wiha hate gotin ku ev tecrîd, li dijî qanûnên navneteweyî, mirovî û derexlaqî ye. Beşdaran diyar kirin ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mirovahî û dmokrasî hate dîlgirtin, ji ber ku ne adilane ye ku damezrînerê demokrasiyê li gorî cewhera wê ya rastîn, dîl bê girtin.

Paşê 60 parêzeran ji ber endamtiya xwe ya di Desteya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, nameya ku Desteya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Însiyatîfa Sûriyê ya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê ji CPT’yê re bişîne îmze kirin.

Civîn bi encamnameyê bi dawî bû ku ji 16 bendan pêk tê. Çend bendên herî girîng ên encamnameyê wiha ne;

“-Avakirina komîteyekê ji bo şopandina sûcên li dijî mafên mirovan.

-Pêşxistina têkiliyan di navbera Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sandîkaya Parêzeran a Sûriyê û yên herêmî de.

-Belavkirina kopiyekê ji reşnivîsa qanûnên pîvanên pîşeyî li ser Yekîtiyên herêman da ku di desteyên wan de bêne nîqaşkirin û di civîna bê de bên erêkirin.

-Lêkolînkirina îthtîmala vekirina dozan li dijî dewleta Tirk a dagirker li cem dadgehên dewleta Sûriyê û Rêveberiya Xweser.

-Lidarxistina civîneke hiqûqî ji bo nîqaşkirina dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan di 3’yê Îlona 2022’yan de.”