HPG: Cenazeyên 2 dagirkerên hatine cezakirin di destên me de ne

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên berxwêdêr ên li Girê Şehîd Şahîn 3 dagirker ceza kirine û 2 cenaze ketine destên wan.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, encamên çalakiya gerîlayên berxwedêr ên li Girê Şehîd Şahîn bi ser Zapê ve par kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hêzên me, li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 3 dagirker ceza kirin.

Cenazeyên du dagirkerên hatin cezakirin ketin destê hêzên me. Du cenaze tevî çekên xwe yên ferdî, demançeyek û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Dagirkerek jî bi dîtina hêzên me, ji tirsan xwe ji kendal de avêtiye û miriye.“

Navendê ragihand ku wê paşê agahiyên berfereh werin parvekirin.