HPG: Artêşa Tirk bi ti awayî nikare têkçûna xwe veşêre -NÛ BÛ

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk neçar maye xwe ji gelek herêman vekişîne û tevî vê yekê jî nûçeyên bi gotina 'şikeft hatine îmhakirin' nûçeyên derewîn belav dike. HPG'ê got, "Artêşa Tirk bi ti derewê nikare têkçûna xwe veşêre."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nûçeyên 'şerê psîkolojîk' ê dewleta Tirk ên demên dawî bi daxuyaniyekê derewand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di ser operasyona dagirkirinê ya dewleta Tirk a qirker re 7 meh derbas bûn ku 23'ê Nîsanê bi xirecireke mezin dane destpêkirin. Artêşa Tirk di nava vê demê de derfetên xwe hemû seferber kir, bi her cûreyî teknîk bi kar anî, bi rengekî bêsînor hovîtî kir, her roj bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û bi sedan carî çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî. Lê belê tevî van hemûyan hesabên artêşa Tirk li bin guhê îradeya Apoyî ya gerîla ya ji pola ket, pûç bû û artêşa Tirk careke din têk çû.

Ji bo têkçûne artêşa Tirk û hilweşîna rejîma faşîst bê nixumandin, medya şerê taybet rojên dawî dest bi propagandeyeke berfireh a derewan kir. Lê belê argumanên ku pêşkêş dikin hemû dewrew in û senaryoyên li ser van derewan çêkirine jî bi temamî xapandine. Artêşa Tirk ku fêhm kir wê derbên hîn girantir bixwe neçar ma xwe ji qadên Werxelê, Tabûra Ereban û Girê Kartal ên Avaşînê vekişîne. Tevî vê yekê jî bi derewan îdîa kir ku şikeftên gerîla bi dest xistine û îmha kirine.

DEREWA OPERASYONA MÎT'Ê

Li eyaleta Serhedê, kesên bi navê Mazlûm (Emrah Adiguzel) û Sarsîna (Pervîn Arslan) ên ku 30'ê Cotmehê xiyanet kirin û teslîmî dewleta Tirk bûn, teslîmbûna wan weke operasyoneke serketî ya MÎT'ê hate nîşandan. Hem agahiyên li ser van kesan hatin parvekirin hem jî agahiyên li ser girtina wan bi operasyona MÎT'ê ya taybet bi temamî derewe.

NÛÇEYÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK

Her wiha her roj nûçeyên li ser destpêkirina operasyonên dagirkeriyê yên li herêmeke cuda yên Bakurê Kurdistanê li dijî gerîla bi propagandayeke mezin têne pêşkêşkirin. Ji aliyekî ve derewa ku dibêjin 'gerîla li Bakur qediya ye' dubare dikin, li aliyê din jî bi deh hezaran leşkerî bi sedan operasyonên dagirkeriyê tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk encam bi dest nexistiye. Ji ber vê yekê encamên operasyonên ku bi propagandayeke mezin radigihîne parve nake û eşkere nake ku kengî qediya ye.

Her wiha dem bi dem navê hevrêyên me parve dikin û bi nûçeyên şerê psîkolojîk îdîa dikin ku hevrêyên me şehîd bûne. Bi vî rengî hewl dide ku hem gelê me hem jî malbatên hevrêyên me bêmoral bike û hestên netewperestiyê yên hin beşên raya giştî ya Tirkiyeyê geş bike. Çawa ku roj nikare bê nixumandin, derewên ji qeşayê jî wê li pêşberî rastiyê bihele. Ji ber vê yekê divê gelê me yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê bi propagandayên şerê taybet ên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê nexapin. Ji ber ku çiqasî senaryo û derewan çêdikin bila bikin, artêşa Tirk wê nikaribe têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre."

ÊRIŞÊN BI OBUS Û HAWANAN

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"1'ê Kanûnê danê êvarê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombe qada Qaşûra ya herêma Metînayê hate bombekirin.

Di 1-3'ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê Şehîd Şahan, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombebaran kir."