Hêzên Îranê 58 kes qetil kir û 270 birîndar kir

Hêzên Îranê li Zahîdanê êrîşê gel kir, jin û zarok jî di nav de 58 kes hatin qetilkirin.

Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin. Çalakiyên gel didomin. Hêzên Îranê yekser xwepêşanderan gulebaran dike.

Li Zahîdan a navenda Sîstan û Belûçistanê jî gel daket kolanan. Di xwepêşandanên duh de hêzên Îranê rasterast gel gulebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê di encama êrîşê de li Zahîdanê zarok û jin jî di nav de 58 kes hatine qetilkirin. Çavkaniyên xwecihî  jî diyar kirin ku herî kêm 270 kes birîndar bûne.

Hate hînbûn ku ji bo astengkirina ragihandinê, xetên înternetê hatine birîn û ji herêmê dû bilind dibe. Her wiha li herêmê hêzek zêde ya leşkerî hatiye bicihkirin.

Di heman demê de kanala Kolbernewsê piştî qetliama li Sîstan û Belucîstanê ragihand ku Fermandarê Îtlaetê yê artêşa Îranê yê bi navê Elî Musewî ji aliyê ‘Ciwanên Şoreşger’ ve hatiye kuştin.