Jinên Ciwan li Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û soz da ku tola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Bi sedan endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan, li ber çerxerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir, destpêka pêngava pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî… bi ser bixe azadiyê" ragihand.

Hêva Bekir wiha axivî: "25 sal in desthilata Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike ku ji 2 salan ve me tu agahî jê negirtine. Îro jî qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin."

Hêva Bekir destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelê Kurd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qir bike û got: "Em ê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û tola wî hildin."

Xwepêşandan, bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.