Gelo wê milyonek Sûriyeyî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bêne bicihkirin?

Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Abîd ragihand ku dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kamp ava kiriye û ji Erebistana Siûdî û Qûweytê xwest ku piştgiriya ji bo van kampan biterikînin.

Hevserokê Komîteya Karên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Abîd êriş û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji ANF'ê re nirxand.

Hemdan El Abîd anî ziman ku yekane armanca dewleta Tirk girankirina dagirkeriya li ser herêmê ye û got, "Dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve dest li Sûriyeyê werda. Her kes pê zane ku dixwaze xewn û xeyala xwe ya Osmanî ji nû ve pêk bîne."

El Abîd ragihand, dewleta Tirk hem dixwaze xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne, hem jî dagirkeriya li ser Rojhilata Navîn berfireh bike û wiha dewam kir, "Ji bo vê armanca xwe bi cih bîne jî niha dixwaze hin parçeyên Sûriyeyê bi dest bixe û tevlî sînorên xwe bike. Berê jî beşek ji xaka Sûriyeyê tevlî xwe kiribû û niha dixwaze heman tiştî bike. Dewleta Tirk di heman demê de li pey wê yekê ye ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike. Vê yekê jî bi navê Îslamê dike. Lê em baş zanin ku Osmaniyan 400 salan ji bilî mirin, talan, komkujî û êrişa li dijî mirovahiyê tiştek nekirin."

Hemdan El Abîd anî ziman ku dewleta Tirk bi artêşa ji çeteyan a li Idlibê ava kirin êrişî her kesî û her derê dike û axaftina xwe wiha dewam kir, "Em dibînin ku îro heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Iraqê dike. Dewleta Tirk di bin navê ewlehî û parastina sînor de dixwaze ji Mûsilê heta Helebê qadeke berfireh dagir bike û tevlî xwe bike. Lewma jî piştgiriyê dide komên çete yên Cebhet El Nûsra û DAÎŞ'ê."

IDLIB BÛYE HÊLÎNA ÇETEYÊN TIRKIYEYÊ

El Abîd destnîşan kir ku Tirkiye bûye sedem ku şoreşên gel ên li Iraq, Lîbya û Sûriyeyê bibin kaos û diyar kir, piştî projeya Biratiya Misilman li Cezayîr, Tûnis, Misir, Sûriye û Lîbyayê bi ser neket, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. El Abîd da xuyakirkirin ku dewleta Tirk niha li Idlibê artêşeke çeteyan a ji hezaran kesî ava kiriye û got, "Zarokên Idlibê tevlî vê artêşê kiriye û dixwaze van bişîne herêmên dagirkirî, bi wan êriş bike. Dewleta Tirk komên çeteyên qirêj û xetere xwedî dike û êrişî Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Tevgera Azadiyê ya Kurd gel û xaka xwe diparêze ku ev yek mafê rewa yê her kesî ye. Mafê her mirovî, civak û gelî ye ku jiyana xwe, xaka xwe û xwe biparêze. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî îro vî mafê gelê xwe diparêze. Mafê winda yê gelê xwe diparêze.

Mafê ti dewletê nîne ku dest li karên navxweyî yên dewleteke cuda werbide. Pirsgirêkên gelekî bi dewleta xwe re çareser dibe, ji dewleta xwe daxwazan dikare bike û çareserî jî ya wê dewletê ye. Lê belê dewleta Tirk bi êrişa li ser Iraqê, Şengalê re sûcekî mezin dike. Dewleta Tirk bi êrişa li ser Başûrê Kurdsitanê, bi destwerdana li Şengalê, hewldanên lêkirina dîwar; hemû ji bo armanceke cuda ne. Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye. Lê belê di vir de berpirsyariyên Iraq û Sûriyeyê jî hene. Iraq û Sûriye divê destûrê nedin ku dewleta Tirk dest li pirsgirêkên wan ên navxweyî werde."

DEWLETA TIRK NE TENÊ ÊRIŞÎ GELEKî DIKE

Hevserokê Komîteya karên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Abîd bang li gelê Tirkmen, Çerkez, Ermen, Ereb û Asûrî jî kir, "Ev dewlet ne tenê êrişî gelekî dike. Gel hemû di hedefa wê de ye. Dema ku êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir kes hilnebijart, êrişî hemû gelan kir."

BANGA LI EREBISTANA SIÛDÎ Û QÛWEYTÊ

El Abîd daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan a rojên dawî bi bîr xist, ku digot, "Em ê mîlyonek Sûriyeyiyan li welatê wan vegerînin" û wiha axivî, "Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kampan ava dike. Saziyên ku weke saziyên mirovî tevlî avakirina van kampan dibin, armanca hemûyan cuda ye."

El Abîd ragihand ku bi taybetî saziyên mirovî yên Siûdî û Qûweytê cihê xwe di avakirina van kampan de digirin û herî dawî bang li van welatan kir: "Banga min li Siûdî û Qûweytê ew e ku dest ji vê projeyê berde. Ji ber ku mirovên ku dixwazin li vê xakê bi cih bikin, ji vê derê nînin. Xwediyê vê xakê hene. Dewleta Tirk dixwaze li şûna wan, mirovên cuda bi cih bike. Ev yek desteserkirin, talan e, guhertina demografiyê ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye."