Gelê Ereb jî bi felsefeya Rêber Apo rastiya xwe nas kir

Gelê Ereb ku fikrê neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe weke ronahiyê dibîne, işaretê bi girîngiya neteweya demokratîk a ji bo gelan dike.

Gelê Ereb ku li gelek herêmên Sûriyeyê dimîne, salên dûr û dirêj ji bilî gotina 'Hûn bi zimanê xwe dikarin bixînin û biaxivin, hûn azad in' a rejîma Baas, fikir û helwesteke cuda nebihîstibû. Her fikir an jî helwesteke ku li ber hikumeta Baasê radibû, yekser ji holê dihate rakirin. Sedema navbera salên 1976 û 1982'an li herêmê bi kurtasî bi vî rengî bû. Lê belê ev rewş piştî demekê guherî. Afirînerê vê guhertinê jî Rêber Abdullah Ocalan bû ku ji aliyê gelek gelan û beşên civakê ve weke rêber tê dîtin. Bi fikrên xwe yên li ser gelek mijaran guhertinên mezin pêk anî û civaka Ereb jî baş naskir, analîz kir û ji bo wan stratejî pêşkêş kir. Gelê Ereb ê ku felsefeya wî nas kir, tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, cihê xwe di nava têkoşîna hevpar de girt. Ezîz Ereb mînaka vê yekê ya destpêkê bû ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir, sala 1983'an tevlî nava refên têkoşînê bû, piştî 3 salan jî şehîd bû.

BÛ ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ, XWEDÎ LÊ DERKETIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1980 û 1990'î de li herêmên Sûriye û Lubnanê ma. Ev yek jî bû sedem ku civaka Ereb vê felsefe û têkoşînê nas bike. Di sala 2010'an de bi bihara Ereb re ya li Tûnisê destpê kir, civakê li dijî sîstema rejîmê daxwaza rêveberiya gel kir. Modela rêveberiya demokratîk a ku bi Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an re bandor li herêmên din ên Sûriyeyê kir, ji welatên din ên Ereb re jî bû çavkaniyeke sûdwergirtinê. Civakê ev modela rêveberiyê ya ku li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin ji nêz ve lêkolîn kir û tevlî bû. Felsefeya yekîtiya gelan û neteweya demokratîk şênber bû. Rastiya civakî ku bi salan ji aliyê mejiyê netewe dewletê ve hate talankirin, ji nû ve şîn bû û mizgîniya bihareke rasteqîn a gelan da.

REWŞA JINÊN EREB PIŞTÎ NASKIRINA FIKRÊN RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

Îro bi sed hezaran mirovên ji gelê Ereb dilsozên fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hevkariyê dikin, tevî gelê Kurd li dijî sîstema serwer têdikoşin. Dema ku mirov li nava gelê Ereb digere, di sohbetan de diyar dikin ku piştî şoreşê dilsoziya wan a bi fikir û felsefeya Rêbertî zêde bûye. Di sohbetan de wiha dibêjin:

"Ez bi xwe ji pêkhateya Ereb im, dema ku min parêznameyên Rêbertî xwend, ya ku herî zêde bala min kişand xwişk û biratiya gelan bû ku bingeha felsefeya Rêbertî ye. Mijara bingehîn a ku divê mirov giraniyê bide ser felsefeya jiyana azad a yekbûyî ye. Siyaseta bi felsefeya jiyana azad e. Di parêznameyên Rêbertî de li dijî mejiyê kolekirinê yê sîstema serwer, di parêznameyên xwe de cih dide fikrên azad."

Yên ku parêznameyên Abdullah Ocalan xwendine dibêjin, "Ji bo jiyaneke azad destnîşan dike ku divê mirov li ser her asta jiyana mirovî têgihiştî bin û xwedî rêbaz û têkiliyeke azad bin. Vî fikrî bandoreke erênî li ser her tiştî kir. Ji ber vê yekê Rêbertî di berga destpêkê ya parêznameyên xwe de qala Sumer û Asûran dike. Rêbertî di parêznameya xwe ya destpêkê de gelek pênaseyan şîrove dike, serdemên beriya dîrokê dinirxîne, rastiyên ku hatine berevajîkirin ji me re şîrove dike. Çîrokên wê demê bi têkilî û dilsoziya mirov a bi xwezayê re pênase dike. Rêbertî bi analîzên xwe çareseriya pirsgirêkan radixe pêş çavan."

'EV PROJE PROJEYA XWIŞK Û BIRATIYA GELAN E'

Di dewama sohbetê de wiha dibêjin, "Hezkirin, xwişk û biratî û hurmetê ji xwe re dike esas. Rêbertî di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de balê dikişîne wateya rasteqîn a azadiyê bi felsefeya xwişk û biratiya gelan û sedemên rastîn ên koletiyê nîşan dide. Cudahiya navbera mirovên kole ên di nava sîstema kapîtalîst û mirovên azad de radixe pêş çavan. Peyamek mîna peyamên pêxemberan ên ji bo gelan e. Ji ber ku em li ser rûyê heman erdê ne û heman hewayê dikişînin nava xwe. Di destpêka salên 1990'î de jî projeya Rêbertî projeya xwişk û biratiya gelan bû. Hurmeta li gel û baweriyên din vedihewîne. Ev jî sosyalîzm bi xwe ye."