Foza Yûsif: Navnîşana çareseriyê Rêveberiya Xweser e

Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif got “Sedema mezinbûna pirsgirêka Sûriyeyê ya ku beriya 2011’an dest pê bûye û piştî meha Adarê ya sala 2011’an veguheriye pevçûnan, hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî ne."

Tiştên beriya sala 2011’an û piştî wê, rewşa jê re krîza Sûriyeyê tê gotin çi ye? Kê kir ku krîz kûr bibe, kî ket hewila çareserkirina wê? Endama Konseya Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, li ser pirsgirêka Sûriyeyê û hûrguliyên wê, pirsên ANF’ê bersivandin.

Rewşa bi ‘pirsgirêka Sûriyeyê, krîza Sûriyeyê’ tê penasekirin, çi ye?

Rewşa jê re pirsgirêka Sûriyeyê tê gotin, nebûna pergaleke demokratîk, mafên olî û jinan e. Ev, pirsgirêka hemû dewletên li herêmê ye. Ji ber nebûna pergaleke wiha, rê li ber gelek pirsgirêkên siyasî û aborî vebû. Bi vê jî rê li ber krîza civakî vebû. Rastiya netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn, hêzên serwer ku şerê Cîhanê yê Yekemîn kar kir, li ser nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê dewlet ava kirin. Ji van netewe dewletan yek jê jî Sûriye bû ku di vî şerî de parçe bû. Dewleta Sûriyeyê jî ket heman rewşê. Çimkî Sûriyeyê jî xwe spart netewe-dewletê. Bi heman awayî Kurd, Suryan û pêkhateyên civakî ku li Sûriyeyê dijîn, hatin înkarkirin. Ji ber vê, ji xeynî zextan rê li ber pirsgirêkên siyasî û olî jî vebû. Ji ber pêvajoya em tê re derbas bûn, ji ber tiştên qewimîn, di nava civaka Sûriyeyê de, ji ber aciziyên li dijî vê pergala nedemokratîk rê li ber destpêbûna tevgerînên sala 2011’an vebû. Ji wê boneyê ye ku mirov dikare bibêje ku pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê, netewe dewlet û nebûna pergaleke demokratîk e.

Tê gotin ku destpêka vê rewşê sala 2011’an e. Qey berê tu pirsgirêka Sûriyeyê nîn bû?

Beriya sala 2011’an jî pirsgirêk hebûn. Bo mînak; siyaseta nijadperest a li Rojavayê Kurdistanê ya sala 2011’an. Sedema derxistina komên radîkal li gelek herêman, polîtîkayên olî bûn. Pirsgirêkên cidî yên zayendperest hebûn. Rewşa sala 2011’an li tevahiya Rojhilata Navîn bi îflaskirina netewe dewletê derket holê. Ev pêvajoya wek bihara Ereban dest pê bû. Îflasa netewe dewletê li Sûriyeyê bi aşkerehî derket holê. Netewe dewlet êdî nikare xwe bi rê ve bibe, bi guherîn û veguherînan pêdivî bi avakirina pergaleke din heye. Çimkî xitimînek hebû. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê xitimîn hebû. Ya balkêş jî ew bû ku tevgerîn li Deraa’yê dest pê bû. Ji vê xuya ye ku pirgsgirêka Sûriyeyê hatiye asteke wisa ku mirov nikare tehemulê wê bike. Lewma sala 2011’an gelan serî hilda.

Mirov dikare ji du aliyan ve bi vê de bikeve. Yek; bingeha destpêbûna serhildanê aciziyên gel bû. Daxwazên gel, gelek bûn. Daxwaza asas, wekhevî bû. Ji wê boneyê jî divê pergal bê guhertin. Daxwaz ji bo danîna diyalogê hebû. Ji ber ku xizanî û bêedaletî zêde bûn. Azadî nîn bû, zext pir bû. Li her derê pergala mixeberatê û ewlehiyê hebû. Li cihên Kurdan, nasnameya Kurdan dihat înkarkirin, pirsgirêkên aborî û demokratîk. Li cihên Ereban pirsgirêkên demokrasî, aborî û civakî gelek bûn. Nasnameyên civakî dihatin înkarkirin. Gava mirov van hemûyan tîne ber hev, gelên Sûriyeyê dixwest ku pergalek bê avakirin ku cihê hemû gelan di nav de hebe.

Texrîbata ji ber bûyerên ji sala 2016’an ta bi niha çi ye?

Krîz, di nav 12 salan de bû sedema gelek êş û xerakirinê. Bi milyonan kesan koç kir, bi sedhezaran kes hatin kuştin û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Binesaziya Sûriyeyê gelek xera bû, hin bajar ji binî ve îmha bûn. Şerê DAÎŞ’ê û pirsgirêka Sûriyeyê ku zêde li ber xwe da, bi neyînî bandor li Sûriyeyiyan bû û bûn koçber.  Bi xizaniyê ev yekcar zêde bû. Zêdeyê nîvê gelên Sûriyeyê di nava xizaniyê de ne. Di warên zanist û perwerdehiyê de jî texrîbat zêde çêbûn. Bi van xemû texrîbatan civak birîndar bû. 12 sal in rû bi rûyê van pirsgirêkan in û bi van hemûyan rê li ber pirsgirêkên mezintir vedibe.

Kî û kîjan hêz daxilê ve rewşê bûn? Sedema midaxeleyên ji der ve çi bû?

Hikûmeta Sûriyeyê, ku têkildarê vê mijarê bida dûv rêbazeke aştîxwaz, demokratîk û diyalogê, dibû encam cihê bûya. Bi destwerdana hêzên ji derve jî helwesta hikûmetê li dijî tevgerên gel, tundwar bû. Bi destwerdana hêzên ji derve, her kesî li gor berjewendiyên xwe dest tê werda. Tirkiyeyê, bi Cebhet El Nusra û komên din dest tê werda. Sala 2015’an Rûsyayê dest tê werda. Piştî sala 2014-2015’an, pirsgirêka Sûriyeyê bû pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Çimkî gelek hêz li Sûriyeyê bi cih dibin, bi pevçûnên dijwar, bi tevlêbûyîna hêzên wan, bû pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Her hêz li gorî berjewendiyên xwe xwest perspektîfê bide hêzên li Sûriyeyê. Bi piştgiriya wan bû ku hêz bi hev bikevin û krîza Sûriyeyê dirêj bû û ket rêyeke dijwar. Du aliyên vê krîzê hene;

Ên pêşîn, hêzên hikûmeta Şamê ne ku tu vîna çareseriyê ji bo Sûriyeyê danaynin holê û hêzên li Sûriyeyê ne. Rêveberiya Şamê, tim reviyaye û hêzên xwe ji xwe re dibêjin mixelef, hemû giraniya xwe daye ser hêzên ji derve. Û ketin bin înîsiyatîfa hêzên ji derve. Koalîsyona Sûriyeyê, hêzên mixelef, Ceyşul Hur û piraniya komên çete derketin derve û dan pey polîtîkayên şexsî. Ji bo çareseriya demokratîk a krîza Sûriyeyê, herî pir hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin hewilê. Lê ev her tim hat piştguhkirin. Daxilê tu platfomeke navneteweyî ku niqaşa Sûriyeyê dihat kirin, nehat kirin. Ev bû sedem ku hêz û vîna Sûriyeyê dernekeve holê.

Aliyê duduyan jî hêzên navneteweyî bûn ku dosyeya Sûriyeya ji bo berjewendiya xwe bi kar dianî. Xwest krîzê bi krîzeke din çareser bikin. Di pirsgirêka Sûriyeyê de, berpirsyariya hêzên navneteweyî û herêmî gelek e. Ji ber stratejiya mizakereyên li Cenevreyê ne rast bû, pelişî. Astana jî derket û çareser nekir. Soçiyê jî çareser nekir. Gelek hewildan derketin holê, lê hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe nexwest krîza Sûriyeyê çareser bibe û qewil dirêj kir. Ji ber van bû ku Sûriye rû bi rûyê rewşeke wiha bû. Ji ber aktorên li Sûriyeyê û bêîradebûna heyî, îradeya çareseriyê derneket holê.  Ya din jî rolê hêzên navneteweyî bû, wan xwest rageşiyê li Sûriyeyê zêde bikin.

Rêveberiya Xweser, ji bo çareseriya pirsgirêkê çi kir û çi tevkarî lê kir?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, înîsiyatîfa çareseriyê ava kir. Di rewşa siyasî ya îroyîn de, cardin dixwaze ku projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş bike. Çimkî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê hêzeke giring e. Ji % 30’ê gelên Sûriyeyê di bin banê Rêveberiya Xweser de tên birêvebirin. Wan hem projeyeke çareseriyê heye, hem jî bi îradeya siyasî û leşkerî xwe da pêş. Lewma, înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser giring e. Rêveberiya Xweser, diyar kiriye ne bi tenê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew ji hemû gelên Sûriyeyê berpirs e. Her wiha xwest ku bide zanîn ku ew li ser erdê Sûriyeyê dijî. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê vîna xwe derdixe pêş.

Rêveberiya Xweser, awayekî birêvebirinê derxist holê. Lê ev her tim hat piştguhkirin. Diyar e ku bêyî Rêveberiya Xweser wê tu serkeftin nîn be. Modela yekane ya ji hemû gelên Sûriyeyê re bibe bersiv, Rêveberiya Xweser e. Ji bo welatên Ereb jî bi rolekê giring radibe. Çimkî ji ber hemû hewil û kirinên di vê mijarê de hatine kirin, Rêveberiya Xweser hişyarî kiriye ku xeletiyên li Astana û Soçiyê cardin neyên kirin.