Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekê şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Xelîl Bekê (Xelo Reş) dema li ser erka xwe bû ji ber qezayê şehîd bûye.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di tevahî têkoşîn, berxwedan û şerên rizgarkirinê de her tim serkeftin bi fedekariyên şehîd, birîndar, kedên têkoşeran di nuqteyên rûmetê de tên nivîsandin.

Bi xemgînî me bihîst ku endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekê (Xilo Reş) di qezayekê de şehîd bû.

Şehîd di nava hevalên xwe de xwedî taybetmendiyên baş bû, her wiha xwedî coş û hezkirina jiyanê bû. Bi wê yek hezkirin û rêzdarî wergirt. Şehîd Xelîl Bekê ji şêniyên Kobanê ye. Ji kesên yekemîn bû ku çek hilgirt û tev li têkoşîna parastina gelê xwe bû. Xwedî têkoşîneke dirêj e. Kêliyekê jî ji bo pêkanîna erkên xwe yên welatparêzî dudilî nebû û bi fedayî têkoşîna xwe pêk dihanî.

Em Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêkê sersaxiya xwe dikin. Şehîd di jiyana xwe de ji tevan re îsbat kir ku hezkirina welat û parastina wê erkên herî rûmet in ku divê mirov ji bo xak û gelê tê bikoşe. Em sersaxiya malbata şehîd Xelîl û tevahî malbatên şehîdan dixwazin. Soza ji şehîdê me yê qehreman re ew be ku em ê li ser şopa wê bimeşin û armancên tevahî şehîdan pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Navê tevgerî: Xilo Reş

Nav û paşnav: Xelîl Bekê

Navê dayik: Ayşe

Navê bav: Heman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, gundê Zerik 1974

Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 2011

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 21.01.2022"