Efrîniyan komkujiya Til Rifatê şermezar kir

Bi sedan Efrînî komkujiya Til Rifatê şermezar kir û gotin, “Eger li ser vê komkujiyê bê nixumandin wê kula wê hezar sal di dilê malbatên wan de bimîne.”

Di çarçoveya projeya "Zarok Hêvî û Berpirsiyarî ye" de ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Hîlala Zêrîn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Karûbarên Civakî, Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Yekitiya Werzîşê tê de cih digirin, meşeke girseyî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya li Til Rifetê hate lidarxistin.

Beşdar li pêş mizgefta mezin a li ketina navçeya Fafînê kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiyê, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Hîlala Zêrîn hildan.

Meş bi diruşma şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî komkujiyê û dilsoziya bi şehîdan re dest pê kir.

Meş li Goristana Şehîdên Komkujiya Til Rifetê ya li navçeya Fafînê rawestiya, beşdaran deqeyeke rêz girt û daxuyaniya projeya "Zarok Hêvî û Berpirsiyarî ye" hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Zarok xeta sor in, mafên wan pîroz in û li gorî rêxistinên zarokatiyê yên cîhanê yên ji bo parastina zarok û bikaranîna mafên wan nabe mafên wan werin binpêkirin, zarokên hîna sînorê xwe derbas nekiriye, hurmeta xak û rûmetê bin pê nekiriye, bi cenazeyan nelîstine û talanî yan jî dizî nekirine.

Zarok xwedî rewanên paqij ên firîşteyan in û êdî li derveyî hesabên peyman û mîsaqan in ku divê zarok neyên qetilkirin. Lê ew di ronahiya rojê de û li pêş çavên raya giştî kenên wan siûqast dikin û dilên wan li qada lîstokê vedimirînin û li qada lîstokê ne li qadên şer tên qetilkirin.

Di 02.12.2019’an de, dijminên jiyanê bi xwînsarî parçeyên mirinê di laşên zarokên efrînî yên koçberî Til Rifetê bûne, çandin, birîneke kûr bi xwe re hişt û heke were pêçandin dê bibe xemgîniyek û hezar salî di dilên malbatên wan de bimînin û em tevî zarokên cîhanê û bi dengekî bilind bang dikin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û meclisên navneteweyî dikin û hûn peymanan îmze dikin û qanûnan datînin, divê hûn mafên mirovan û jiyanê biparêzin."