Du çeteyên li Hesekê ketin hewila êrîşkirinê, hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarê êrîşa xwekujiyê ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê, daxuyanî da çapemeniyê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarê hewila du çeteyên DAÎŞʹê ya pêkanîna êrîşa li dijî navenda wan a li taxa Neşwa ya Hesekê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Îro 31’ê Adarê, du çeteyên xwekuj ên DAÎŞ’ê ku bi cilên leşkerî yên QSD’ê xwe kamuflaj kiribûn, hewil da ku êrîşê Navenda Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya taxa Neşwa ya Hesekê bikin.

Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Navxweyî, piştî pevçûneke demkurt ev êrîşa xwekuj têk bir û di encamê de her du çeteyên xwekuj hatin kuştin. 2 çekên Keleşnîkov, 20 jarjûrên dagirtî yên çeka Keleşnîkofê, 8 bombeyên destan û 2 êlekên teqemeniyê ku li cem her du çeteyan bûn, hatin desteserkirin. Hêzên me di der barê vê êrîşê de dest bi lêpirsîneke berfireh kir.

Em fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî teqez dikin ku em ê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her awayî êrîşên ku aramiya herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dikin armanc, pûç bikin. Her wiha em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî baldar bin û di der barê her rewşeke bi guman de, me agahdar bikin.“