Dr. Koçer: Hêza QSD'ê gel e

Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya QSD'ê Dr. Huseyîn Koçer işaret bi piştgiriya gelê Ereb kir û got, "Hêza me ji gelên herêmê ye. Ji bilî vê, hêzeke din nîne ku em pişta xwe dispêrê."

Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya QSD'ê Dr. Huseyîn Koçer destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên gengaz ên dewleta Tirk ji aliyê rêxistiniya civakî, stratejiya şer û amadekariyê ve ji demên bihurî ew di asteke cuda de ne.

Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dr. Huseyîn Koçer ji ANF'ê re axivî.

Koçer şehîdxistina Ferhad Şiblî û sê hevalên wî bi bîr xist, ku 17'ê Hezîrana 2022'an li navçeya Kelarê ya Silêmaniyeyê hatin qetilkirin û got, "Kurd pêşengiyê ji sîstemeke nû re dikin, pêşengiyê ji sîstemekê re dikin ku xwe dispêre azadiya civakê û demokrasiyê. Dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya hêzên navneteweyî li her qada ku gelê Kurd heye û ji bo mafên xwe têdikoşe siyaset û şerê qirkirinê dimeşîne. Dewleta Tirk zane ku heta şoreşgerên Kurdistanê hebin wê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê bixebitin. Lewma tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandine. Êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Hewql didin qada Başûrê Kurdistanê dagir bikin û destdirêjiyê li xaka Iraqê dikin. Di mijara şehadeta Ferhad Şiblî de jî berpirsyariya sereke ya hikumetên Iraqê û Kurdistana  Federe ye."

'ERDOGAN GAVA KU TENGAV DIBE ÊRÎŞÎ ME DIKE'

Huseyîn Koçer gefên dagirkeriyê yên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û got, "Erdogan her cara ku li Tirkiyeyê tengav dibe gefê li me dixwe. Tirkiye niha di rewşa herî xerab de ye û dişewite. Civaka Tirkiyeyê ji ber desthilatdarî û çeteyên Erdogan îlelelh dike. Erdogan her gava ku dibîne rewşa wî nebaş e gefa êrîşê li herêmên me dixwe."

AMADEKARIYA JI BO ŞEREKÎ DEMDIRÊJ

Koçer diyar kir ku wan ji pêvajoyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî encam derxistine, ji aliyê leşkerî û taktîka şer xwe kûr kirine; hêzên xwe yên leşkerî li gorî şert û mercên êrîş û şer perwerde û amade kirine û got, "Me amadekarî ji bo şerekî demdirêj re kirine. Civaka me êdî bûyeran û ya divê bê kirin baş dibîne û fêhm dike. Em weke şervan û gel, em ê dest ji cih û warê xwe bernedin. Di asta herî bilind de em ê li ber xwe bidin. Heta ku serketina civaka xwe misoger bikin em ê li ber xwe bidin. Çawa ku çeteyên DAÎŞ'ê yên Erdogan li vê xakê hatin qedandin, wê bi heman rengî hesab ji leşkerên wî jî bêne pirsîn."

'CIVAK BI RÊXISTIN E Û XWEDÎ ÎRADE YE'

Koçer anî ziman ku heta li Sûriyeyê kaos hebe wê Erdogan hewl bide dagirkeriyê bike û wiha dewam kir, "Gelên vê xakê êdî ji aliyê leşkerî, siyasî, îdarî ve xwe bi rêxistin kirine û ji her bûyerê re amade ne. Ev gel mîna berê bêîdeolojî, bêrêxistin, bêbawerî, bêhêz nîne. Civakê êdî xwe ji aliyê fikir, paradîgma, îdarî, bawerî, îrade û leşkerî ve bi rêxistin kiriye, bûye xwedî hêzekê."

'DIVÊ RÊVEBERIYA ŞAMÊ JÎ TEVLÎ PARASTINA HERÊMÊ BIBE'

Huseyîn Koçer diyar kir ku di êrişeke gengaz de ew ne li dij in ku hêzên rêveberiya Şamê tevî QSD'ê xaka Sûriyeyê biparêze, di vê mijarê de banga Fermandariya QSD'ê jî heye û got, "QSD Sûriyeyê diparêze. Bi pêşengiya Kurdan civak hemû ji bo parastina xaka Sûriyeyê li ber xwe dide, şer dike. Rêveberiya Şamê di televîzyonan de dibêje 'Em ê Sûriyeyê biparêzin'. Di parastina Rojava de piştgiriyeke rejîmê nebû. Weke hêzên QSD'ê em amade ne li gel hêzên rêveberiya Şamê parastina Sûriyeyê bikin. Em gelên Sûriyeyê xwişk û birayên hev in. Niha li gelek herêmên me hêzên rêveberiya Şamê hene, em li gel hev in. Divê rêveberiya Şamê jî hurmetê nîşanî Rêveberiya Xweser û QSD'ê bide ku îradeya gelên vê herêmê ye. Êrîşên li ser xaka Sûriyeyê wê girantir bibin, ji bo em karibin bi hev re xaka xwe biparêzin divê ev îrade bê naskirin. Di mijara parastina hevpar de eger di navbera Fermandariya QSD'ê û fermandariya hêzên rêveberiya Şamê de peyamek çêbibe wê baş bibe. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve em herêmên xwe diparêzin. Kîjan hêza Sûriyeyê dixwaze xak û gelên Sûriyeyê biparêze, weke îradeya gelên li vê derê eger hurmetê nîşanî QSD'ê û Rêveberiya Xweser bide, deriyê me li wan vekiriye."

'HÊZA ME GELÊ ME YE'

Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya QSD'ê Dr. Huseyîn Koçer bal kişand ser çalakiyên demên dawî yên li Minbic, Reqa, Tebqa û herêmên din ku pêkhate û eşîrên Ereb ji bo xwedîderketina li QSD'ê lidar xistin û got, "Ji xwe hêza me ji wan e. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin, yanî ji gelên herêmê digirin. Ji bilî gelê me hêzeke din nîne ku em pişta xwe dispêrê û bi vî rengî şer dikin. Hêza me ya esasî gelên me yên li herêma me ne. Her ku çalakiyên bi vî rengî pêk tên û tevlîbûna li nava QSD'ê zêde dibin, em hêz û moralê jê werdigirin. Em ê hêzên xwe mezintir bikin, em ê parastina Sûriyeyê xurtir bikin û li ku derê pêwîstî pê hebe em ê wê derê biparêzin."