Dewleta Tirk li Efrînê çar kesên din revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê çar kes revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên 'polîsên sivîl' ên dewleta Tirk a dagirker ku hêzeke paramîlîter a li Efrînê ye, li Cindirêsê 4 kes bi kêfî revandin.

Kesên hatine revandin: Ji gundê Celemê Mehmûd Hîla Xelef (28), ji gundê Aşka Şerqî Hisên Ebdurehman Hiso, ji navçeya Cindirêsê Elî Mihemed El Kerîm (38) û Xelîl Hisên Hiso (34).

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi rêk û pêk sûcên şer dike.

Revandina mirovan, kuştin, êşkence, fîdye, talan û wêrankirin bûne sûcên rojane.