‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye!’

Xelkê Şêxmeqsûdê diyar kirin ku dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye û têkoşîna wan bêyî rawestan didome.

Li Helebê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  ji aliyê Kongra Star ve çalakî hate lidarxistin. Bi sedan endamên saziyên sivîl, partî û şêniyên her du taxan tev li xwepêşdanê bûn.

Beşdaran li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiyê Rêber Apo ye” hildan.

Di xwepêşandana heta qada Cibênat a li rojhilatê taxê berdewam kir de, dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Serok” hatin berzkirin.

Li qadê, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Nadiye Yusif axivî û got: “Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ditewînin ku di oxira azadiya me û Serok de canê xwe feda kir.”

Nadiye qala sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Bi tevkariya dewletên mezin, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li Serok ferz dike, tenê ji bo ku vîna wî bişikîne û fikrê wî yê di nav civakan de belav bûye, tune bike.”

Nadiya wiha domand: “Lê Serok li hember van sûcan gav paş de navêje, berxwedana xwe didomîne ta ku gelê xwe azad bike.”

Di dawiyê de Nadiye soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê li kolanan bin.