Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed El-Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê Şedadê ya Hesekê bi merasimekê girseyî veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya gundewarê başûrê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî merasima veşartina cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hisên El-Mihemed ê 11’ê Cotmehê dema li ser erka xwe ya li El Deşîşê bû şehîd ketibû, bûn.

Karwanê wesayîtan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a li Şedadê ve bi rê ket. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina endamên Erka Xweparastinê ya leşkerî destpê kir.

Di merasim de yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Mihemed El-Sayir axivî û  sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El-Sayir bal kişand ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana gelên herêmê, ji bo qewitandina dagirker û çeteyan û rizgarkirina herêmên dagirkirî. Her wiha destnîşan kir ku li dijî herêmê şerên leşkerî, siyasî û aborî û şerê taybet tê meşandin.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Nacî E-Nicûm wiha got: "Em çiqas behsa qehremaniya şehîdan bikin, dîsa jî em nikarin heqê wan bidin, lê belê em dilsozên fedekariyên wan bin.”

Saziya Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Mihemed Hisên El-Mihemed kir. Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin.