Bajarê ku neket, lê xist: Kobanê – II

Beriya 15’ê Îlona 2014’an bajarê berxwedanê Kobanê bajarekî çawa bû? Li bajarê ku Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir û di pergala kantonan de pêşengî kir, heta êrîşên 15’ê Îlonê cihekî çawa bû?

Bajarê Kobanê 30 kîlometre li rojavayê Çemê Firatê, 150 kîlometre dûrî Helebê ye, li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Beriya Şoreşa Rojava û Berxwedana Serkeftina Kobanê ya Dîrokî, bi rastî wekî bajarokekî biçûk bû û kesî zêde nas nedikir. Li ser navê Kobanê gelek lêkolînên dîrokî hene û ev lêkolîn jî piştrast dikin ku ev nav ji şîrketa Fransayê ya ‘Company’ nayê. Ji ber ku dîroka Kobanê xwe digihîne serdema Hûrî û Mîtanî ya beriya zayînê sala 1650’an. Ji ber ku tê gotin li Kobanê gelek kanî hene, jê re gotine Kaniya Banî. Her wiha tê diyarkirin ku li vê erdnîgariyê du eşîrên mezin ên bi navên Koma Baniya Jêr û Jor hene, lewma navê vê erdnîgariyê kurt kirine û navê wê bûye Kobanê.

Kobanê di dema rêveberiya Şamê de bi ser bajarê Helebê bû. Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem, di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû. Piştî şer Fransa bû desthilatdar. Piştî avakirina Komara Ereb ya Sûriyeyê di navbera wan û navçeya Pirsûsê ya Rihayê de sînor hat danîn. Di sala 1980’an de rêveberiya Şamê navê wê kir Ayn El Arap. Rêveberiya Şamê ji ber çavkaniyên avê ev nav lê kiriye. Wê demê şêniyên Kobanê destûr didan ku koçerên Ereb pezê xwe av bidin. Loma jî navê wê kaniyê bûbû kaniya Ereban.

Navenda bajarê Kobanê ku rûbera wê 3003 kîlometrekare ye, ji 5 navçeyên bi navê Sirîn, Qinê, Şêran û Çelê û 366 gundan pêk tê. Ji sedî 90’ê şêniyên wê Kurd in lê Ermen û Ereb jî lê hene. Welatiyên li Kobanê dijîn bi karê çandinî û xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Ji ber ku li herêmê derfetên kar hindik e, şênî bi piranî ji bo kar diçe herêmên wekî Reqa û Helebê. Li Kobanê bîrên avê jî navdar in û vê xebata xwe gihandine her dera dinyayê.

DÎROK: 19’Ê TÎRMEHA 1982’AN

19'ê Tîrmeha 2012'an ku destpêka Şoreşa Rojava ye, ji bo Kobanê jî tê wateya pêvajoyeke nû. Li dijî zilm û zordariya rejîmê ku bi salan e berdewam dike, bû bêhnek. Gelê herêmê ji ber ku di bin zextên rejîmê de ne aram bû, êdî li bajarê xwe bi azadî tevdigeriya û dikaribû bi kêfxweşî heta sibehê li kolanên bajarê xwe bûna.

PERGALA KANTONÊ Û RÊVEBERIYA NÛ

Gelê Kobanê hêzên rejîmê ji bajêr derxistibû û gava pêşîn a ji bo avakirina rêveberiya xwe ya xweser avêtibû. Di 27’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê hat îlankirin. Di civîna ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdariya endamên Meclîsa Qanûnsaz pêk hat, komîteyên Rêveberiya Xweser ên ji nûnerên 6 partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û pêşengên herêmê pêk dihat, hatin hilbijartin.

Wekî li temamê Rojava, herêma Kobanê jî bi makeqanûneke bi navê Peymana Civakî tê birêvebirin. Bingeha vê peymanê demokrasî û mafên mirovan e. Weke hemû herêmê, li Kobanê ya ku bajarê berxwedanê ye, beşeke zêde ya rêveberiyê ji jinan pêk tê. Kobanê ya ku bajarekî mînak ê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi serkeftî lê tê birêvebirin, ji bo gelên Kurdistanê bi taybet ji bo Rojava herêmeke girîng e. Di sala 1979’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema derbasî Sûriyeyê bûbû, hatibû Kobanê. Ji ber vê bajarê Kobanê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî cihekî girîng e.