Rojnamevan Ersîn Çaksû dîmenê Girtîgeha Sînaayê kişand

Operasyona Paqijkirinê ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dimeşînin, dewam dike. Rojnamevan Ersîn Çaksû dîmenê Girtîgeha Sînaayê kişand.

Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê, ku 20'ê Çileyê dan destpêkirin, operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewam dike.

Her wiha 'Operasyona Paqijkirinê' ya Hêzên Sûriyeya Demokmratîk li nava Girtîgeha Sînaayê dimeşînin jî dewam dike.

Çeteyên ku dor li wan hatiye tengkirin, êdî nikarin birevin. Ersîn Çaksû diyar kir ku ji bilî sê blokên girtîgehê, blokên din hemû hatine kontrolkirin û operasyon dewam dike. Vaye ew dîmen...