Şêniyên Til Temirê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan

Şêniyên Til Temirê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda Îmraliyê meşiyan û peyama “Em ê dijmin têk bibin” dan.

Bi sedan welatiyên Til Temirê ya Hesekê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên navçeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in xwepêşandanek lidar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker îro, gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê ya Hesekê bi çekên giran bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan, xeta kehrebê ya ku kehrebê dide îstasyona navçeyê ji xizmetê derket û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Xwepêşandan ji pêş navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan bi serkêşiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunerê ya navçeyê destpê kir.

Li gel Çerxerêya Mezin a li navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ebdulwehab Teyo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gef û êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatî, mal û milkên wan û saziyên xizmetguzariyê ji bo tirsandina gelê herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê ne.

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo hedefgirtina fermandarên QSD’ê balafirên bêmirov bi kar tîne û sîxuran li herêmê bi kar tîne.

Em ê têkoşîna xwe bidomînin, li hember van êrîşên dewleta Tirk bisekinin û wê fişarê li hêzên hegemon bikin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan jî rakin.

Em soz didin gelê xwe ku li ser xeta şehîdan û Rêbertî bin. Em ê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û serkeftinên mezin ku hatine bidestxistin biparêzin. Wê di rûyê dagirkeriyê de bi yekîtî û hevgirtina xwe bibin strî. Em ê dijminê ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir bikin têk bibin."

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji xayîn û sîxuran re" û "Erê ji berxwedana li hember dagirkeriyê" bi dawî bû.