Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – III: Emîr Qûbadî

Lehengekî din ê kolanên berxwedanê şervanê Fars Emîr Qûbadî ye. Piştî ku ji bo Kobanê banga seferberiyê hate kirin di Cotmeha 2014'an de ji Rûsyayê bi rê ket û got, "Heta ku Kobanê azad bibe ez li vê derê me." Nesekinî, şer kir heta ku şehîd bikeve.

Yek ji beşdarên têkoşîna serketinê ya bajarê berxwedanê Kobanê Emîr Qûbadî yê ji Îranê bû. Bi navê xwe yê li nava têkoşînê Rojvan Kobanê. Qûbadî sala 1991'ê li bajarê Meşhed ê eyaleta Xorasan a li bakurrojhilatê Îranê ji dayik bû. Piştre çû Rûsyayê û li wir bi cih bû. Ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Divê mirovahî Kobanê biparêze' bersiv da û gihîşt wê baweriyê ku divê biçe Kobanê, li ber zext û zilmê rabe û dest bi lêgerîna li rêya tevlîbûna li vê têkoşînê kir. Di Cotmeha 2014'an de ji Rûsyayê bi rê ket û hat Rojava. Got, 'Ji bo parastina rûmeta Kobanê û gelên cîhanê ez tevlî YPG'ê dibim. Li vê derê xwîna mirovên bi rûmet dirije" û tevlî nava refên têkoşînê bû.

MÎNA ROJÊ HILAT

Di dema herî giran a êrîşan de hat Kobanê. Rojvan li Xorasanê bi gotineke din ji warê hilatina rojê berê xwe da Kobanê. Li kolanên berxwedanê yên Kobanê tevî şervanên Kurd û Ereb şer kir. Dibe ku bi heman zimanî nediaxivî, lê belê bi sekn, îdîa û moralê xwe bandor li hevrêyên xwe kir. Di demeke kurt de bi her hevalên xwe yên li eniyê re têkiliyeke xurt danî, tevlî jiyana kolektîf bû. Pirsgirêka ziman jî di demeke kurt de çareser kir. Ji bo têkiliya bi hevrêyên xwe re xurt bike di nava mehekê de xwe ji aliyê ziman ve bi pêş ve bir. Li ber her zor û zehmetiyê rabû û bi coş û kedeke mezin tevlî nava têkoşînê bû.

DEMA KU HEVALÊN XWE YÊN BIRÎNDAR RIZGAR DIKIR, ŞEHÎD BÛ

Yek ji pîvanên têkoşîna enternasyonalîst a li Kobanê bû ku deh sal in dewam dike. Yekemîn enternasyonalîstê Farsî bû ku li nava refên berxwedanê şehîd ketibû. Weke Îraniyekî zilma desthilatdariyê ya li Îranê qebûl nekir û li Kobanê bi helwesteke enternasyonalîst tercîha xwe kir. Bi ruhê têkoşîna şoreşê ya enternasyonal li ber xwe da. 23 salî bû, lê belê têkoşînek bi qasî temenekî nîşan da. Di 22'ê Kanûna 2014'an de di operasyona rizgarkirina navenda çand û hunerê ya li navenda bajarê Kobanê de dema ku hevalên xwe yên birîndar rizgar dikir şehîd bû. Beriya wê gotibû, 'Di şerê Kobanê de yek ji kêliyên herî bedew ew e ku hevalên xwe yên birîndar rizgar bike'. Welê jî bû. Bi fedakariyeke mezin hevrêyekî xwe yê birîndar rizgar kir. Canê xwe ji canê wî re kir çeper.

BANG LI GELÊ ÎRANÊ KIR KU TEVLÎ TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ BIBE

Dema ku li çeperên berxwedanê yên Kobanê şer dikir, di dîmenekî de bang li gelên li Îranê dikir ku tevlî têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê bibin û radigihan ku Kurd û Fars birayên hev in û xwedî dîrokeke hevpar a ji 3 hezar salî ye. Çar roj beriya şehîd bikeve yanî di 18'ê Kanûna 2014'an de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî bû û gotibû, "Em ne tenê ji bo şer hatine. Em ji bo îdeolojiyeke mezin hatine; îdeolojiya ku di mirovbûnê de israr dike." Bi gotina 'Heta ku Kobanê rizgar bibe ez li vê derê me' biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê bi şênberî raxist pêş çavan.

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – IV: Keith Broomfield (Gelhat Rûmet)