Şehîd Xalid El Elî li Tebqayê hate veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Elî ku di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Tebqayê hate veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Elî ku di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Tebqayê hate veşartin. Şêniyên Tebqa, endamên Rêveberiya Sivîl, meclîsên leşkerî û partiyên siyasî tev li meresimê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir

Di meresimê de ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehadet pîroz e û bi nirxe. Her roj ku em li ser vê axê dijîn em lehengên ku ji bo parastina axa welatê xwe canê xwe feda dikin, nas dikin. Ciwanên me ji bo axê canê xwe feda dikin û bi sedan amade ne ku bibin şopdarên rêya şehîdan da ku bi azadî û rûmet bijîn."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El Walî jî soza şopandina rêya şehîdan da û ev tişt got: "Lehengiyên dîrokî bi saya şehîdan hatin nivîsandin. Armanca wan ew bû ku zarok, nevî û axa wan bi ewlehî, aramî, azadî û rûmet bijîn."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Omer jî soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku wê li ber xwe bidin heta ku terorê têkbibin û wê li hember hemû zilm û desthilatdariyê jî şer bikin.

Piştre nasnameya şehîd ji aliyê endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan li goristana şehîdan hate veşartin.