Çeteyan li Efrînê kesek din revand

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyeke din ê ji gundê Mehmediyê revandin. Aqûbeta welatiyê hatî revandin nehat zanîn.

Hat hînbûna ji navçeya Cindirêsê hatine bidestxistin, çeteyên "Polîsên Sivîl" ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebûd Elî Kamil (32) ji şêniyên gundê Mehmediyê yê navçeyê revand û ber bi ciheke ne diyar ve bir.

Li gorî belgeyên rêxistinên herêmî û navneteweyî, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kiriye de sûcên kuştin, tecawiz, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan berdewam e. li gorî heman rêxistinan, ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên kantonê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê û derveyî wê, hatine bicihkirin.