6 salên Kurdistanê ji 10 salên Vîetnamê girantir e

Şerê dewleta Tirk ê 3 salên dawî yên li dijî Kurdan û xisara wê ya madî û manewî, ji 10 salên dawî yên şerê Vîetnamê girantir e.

Dewleta Tirk pêwîstiyê pê nabîne ku encamên şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd dimeşîne eşkere bike. Tenê ji bo propagandayê hin hejmarên ku berevajî dike, eşkere dike. Rastiya li qada şer 35 sal in ji raya giştî vedişêre. Raya giştî ya Tirk jî pêwîstiyê pê nabîne ku li maliyeta madî û manewî ya şerê 35 salan bipirse. Hewldanên bi vî rengî bi tundiya dewletê tê tepisandin.

Dewleta Tirk çiqasî hewl bide encamên şer û maliyeta wê veşêre jî Tevgera Azadiyê ya Kurd bûyerên ku diqewimin bi berfirehî parve dike.

Bi taybetî encamên şerê ku ji destpêka salên 2000'î ve diqewime, li gel hin kêmasiyan jî di nava 6 salên dawî de bi rêk û pêk parve dike. Bi vî rengî di mijara tundî û maliyeta şer de çavkaniyeke girîng a daneyan pêşkêş dike.

ŞERÊ LI KURDISTANÊ Û YÊ LI VÎETNAMÊ

Mirov dikare şerê li Kurdistanê û şerên gerîla yên beriya niha li deverên cuda yên cîhanê qewimîne bîne berberî hev; ya herî girîng jî şerê li Vîetnamê ye. Ji aliyê taybetmendiyên ku dişibin hev û hevsengiya hêzê ve li ser şerê li Kurdistanê encamên girîng nîşan dide.

Şerê Vîetnamê zêdeyî 20 salan dewam kir, lê belê şerê ku Emerîka tevlî bû yê herî giran e.

Em 10 salên şerê li Vîetnamê û 6 salên dawî yê şerê li Kurdistanê bînin beramberî hev. 10 salên dawî yên şerê Vîetnamê dema herî giran bû û di şerê Kurdistanê de yê ku ji sala 1984'an û vir ve dewam dike, 6 salên dawî yên navbera salên 2015-2021'ê dema herî giran bû.

10 SALÊN DYE'YÊ LI VÎETNAMÊ

DYE ku sala 1963'an tevlî şerê li Vîetnamê bû û sala 1973'an têk çû û xwe ji Vîetnamê vekişand, di nava vê pêvajoyê de 8 milyon ton bombe û 15 milyon ton cebilxane bi kar anî.

Hate ragihandin ku maliyeta vî şerî 350 milyar dolar bû. Encam û maliyeta şer bi zexta raya giştî hate eşkerekirin. Bi vî rengî gel fêhm kir ku vî şerê neheq encameke çawa ya madî û manewî afirandiye; ji bo bidawîkirina vî şerî jî zexteke giran li hikumetê kir.

6 SALÊN DAWÎ YÊN LI KURDISTANÊ

Dema ku mirov bala xwe dide ser 6 salên dawî yê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ê li ser gelê Kurd hingî dibîne ku qat bi qat ji şerê li Vîetnamê girantir e.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daneyên ji Tîrmeha 2015'an heta Mijdara 2021'ê wiha ne:

* 4 hezar û 881 carî ji hewayê ve hate bombekirin û 3 hezar û 824 carî jî bi topan ji bejahî ve hate bombekirin.

* Li gorî giraniya cebilxaneya ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bikaranîn, nêzî 4 milyon û 460 hezar û 614 ton bombe hatin bikaranîn.

* Artêşa Tirk hezar û 865 êriş pêk anî; 6 hezar û 561 carî şer qewimî. Li gorî daneyên şer û operasyonan, nêzî 5 milyon ton cebilxane hatin bikaranîn.

Dema ku êrişên li ser berxwedana xwerêveberiyê û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî bê nirxandin hingî herî kêm 25 milyon ton bombe li Kurdistanê hatine bikaranîn.

MALIYETA ABORÎ YA ŞER NAYÊ HESABKIRIN

Maliyeta şerê 6 salên dawî ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê veşartin û reşkirin, nikare bê hesabkirin.

Lê belê polîtîkaya şer a dewleta Tirk li gel hilweşîna manewî her wiha ji aliyê aborî ve jî Tirkiye aniye ber hilweşandinê.

[album=15681]