ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan derdora Şaredariya Akdenîzê bi bendan girtin: Ev telaşa çi ye?
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li derdora avahiya xizmetê ya Şaredariya AKP'ê polîsan bi bendan girtin. Endamê Meclîsa Şaredariyê ya DEM Partiyê Ozgur Çaglar bi gotina; “Ev telaşa çi ye?” bertek nîşan da. -
Li dijî tecrîda Îmraliyê Nobetên Edaletê didomin
Malbatên girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobetên Edaletê domandin. Di nobetan de hat diyarkirin ku azadiya gel bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. -
Li Girtîgeha Tokatê êşkence û zext
Şaxa Rihayê ya OHD’ê da zanîn ku li Girtîgeha Tokatê hem li odeya parêzeran hem jî li ya hevdîtinê bi awayekî derhiqûqî qeydên deng û dîmen tên girtin. Şaxê ragihand ku li girtîgehê êşkence li girtiyan tê kirin. -
FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin
FEDA'yê bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û got: ‘’Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji zîhniyeta qirkeran û komkujiyan distînin.’’ -
MAK’ê li Nisêbînê ‘hevkarekî faşîst’ hedef girt
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihandin ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi bombeya deng li dijî mala kesekî ku bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye, çalakî kirin. -
Hevdîtinên şandeya DYE'yê ya bi rayedarên Tirk re dewam dikin
Şandeyek ji endamên Meclîsa Nûneran a DYE'yê li Enqereyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re pêk anî, wê bi Serokê MÎT'ê, Wezîrê Parastinê û Serokê Komîsyona Meclîsê re hevdîtinê bike. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li ser felsefeya Abdullah Ocalan wê li Slovenyayê konferans bê lidarxistin
Akademiya Modernîteya Demokratîk wê bi sernavê "Ji bo civakê zanistî-fikrê polîtîk şoreşgerî yê Kurdistanê" di Nîsanê de li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê konferansekê lidar bixe. -
ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 64'an de ye
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 64’an de didome. -
Gardiyanan li Girtîgeha Bakirkoyê êrîşî girtiyan kirin
Gardiyanan êrîşî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku nexwestin pêlavên xwe derxin kirin. -
Di nobetên Edaletê de banga xwedîderketina li DEM Partiyê kirin
Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê dewam kirin gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê rabe em ê li ber xwe bidin." Malbatan bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê û sindoqan biparêzin. -
HBDH Ewropa: Kizildere dîroka hevgirtina şoreşgerî û fedekariyê ye
Komîteya HBDH’ê ya Ewropayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyek da û got, "Kizildere dîroka hevgirtina şoreşgerî û fedekariyê ye. Divê em hêza xwe bikin yek û têkoşînê bi pêş ve bibin." -
Girtiyên siyasî bang li Serokatiya Meclîsê û partiyan kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Espiyeyê name ji Meclîsa Tirk û partiyên siyasî re şandin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin ku bi berpirsyarî rabin. -
Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê diyar kir ku wan gelek bûyerên binpêkirina mafên girtiyan tespît kirine û destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. -
Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin û li Stenbolê jî jinek bi giranî birîndar bû
Li Kutahyayê zilamekî jin a pê re zewicî bû bi kêrê qetil kir û li Stenbolê jî di êrîşeke manend de jinek bi giranî birîndar bû. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, ku 37 meh in nikarin agahiyê ji wan werbigirin, serlêdaneke din kirin. -
Li Stenbolê ji milîsên HBDH’ê çalakiyên 'Hefteya Lehengiyê'
Milîsên HBDH'ê yên Mazlûm Dogan ragihand ku bi wesîleya ‘Hefteya Lehengan’ li Stenbolê ‘tamîrxane’ û ‘îmalatxaneyeke keştiyan’ a faşîstan hedef girtine û ew şewitandine. -
Parêzer Esra Saçaklidir: Heta ku çareserî nebe, grevên birçîbûnê wê dewam bikin
Parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku girtî dixwazin meseleya Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin û got, "Heta ku çareserî pêk neyê wê grevên birçîbûnê dewam bikin." -
ROJEVA 28'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan nehişt EMEP'î biçin serdana Emîne Şenyaşarê
Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 63’emîn de berdewam kir. Polîsan destûr neda ku EMEP'î piştgiriyê bidin nobeda Şenyaşarê. -
Li Sêrtê şerê muxtariyê: 4 ji wan giran 8 kes birîndar bûn
Li navçeya Hawêl a Sêrtê di navbera du koman de li ser namzetiya muxtariyê şer derket, 4 ji wan giran 8 kes birîndar bûn. -
Li Stenbolê ciwanên DEM Partiyê hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de zêdetirî 9 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê hatin binçavkirin. -
Nobeta Edaletê di rojan 114’an de didome
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. -
Li Trabzonê 3 karker mirin
Li navçeya Hayrat a Trabzonê, 3 karkerên ku di binê hezazê de man, jiyana xwe ji dest dan.