ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de ye
Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê Îsmaîl Yuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran, 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. -
ROJEVA 18'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Newroza Stenbolê de polîsan êrîşî girse û rojnamevanan kir
Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin. -
Newroza Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Stenbolê de axivî û got ku mifteya çareseriya pirgirêka Kurd, li Îmraliyê ye û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.” -
Newroza Kocaeliyê: Ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe
Di şahiya Newrozê ya li Kocaeliyê de peyama “ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe” hate dayîn. -
YCWK’ê li Mêrsînê çalakî kir
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku wan li Mêrsînê li dijî “alîgirekî desthilatdariya faşîst” çalakî lidar xist. -
Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!
Bi hezaran kes tevlî şahiya Newrozê ya li Îzmîrê bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.” -
Di Newroza Stenbolê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan
Li Stenbolê Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesî hate pîrozkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. -
Newroza Osmaniyeyê: Muxatab Abdullah Ocalan e
Agirê Newrozê li Osmaniyeyê bi coş hate dadan. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. -
Li Yenîkapiyê bi hezaran kes qada Newrozê dadigirin
Li qada Yenîkapi ya Stenbolê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" ji pîrozbahiya bi coş a Newrozê re malovaniyê dike. -
Tûrhalli: Huda Par komeke ku bi navê dewletê mirovan dikuje
Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku HUDA PAR li Kurdistanê ji bo armancên dewletê dixebite û got, "Vana olê ji bo xizmeta armancên xwe yên qirêj bi kar tînin." -
ROJEVA 17'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
MOP'ê Newroza gelê Kurd pîroz kir
Partiya Azadiya Mezopotamyayê, li ser navê gelên Asûrî, Asûrî û Keldanî Newroza gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ew coşa Newrozê parve dikin. -
Çalakvanên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe!
Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd" li gelek bajaran hatine destpêkirin, didomin. -
Konferansa li Amedê didome
Rûniştina bi sernavê "Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" ku ji aliyê ÎHD'a Amedê ve hat lidarxistin, didome. -
Komkujiyên Helepce, Beyazît û Gaziyê hatin şermezar kirin
Kesên di komkujiya Helepce, Beyazît û Gaziyê de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi çalakiyên cuda hatin bîranîn. -
Hate xwestin ku girtiyên bi nexweşiya giran bên berdan
Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de tehliyekirina girtiyên nexweş ên giran yên bi navê Mehdî Boz, Eren Odabaş û Mahmût Başyîgîtî hate xwestin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Yûsûf Erîştî hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Erîştî pirsîn ku di sala 1991'an de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin. -
‘Divê pêşî li hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban wiha got: “Divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ê ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e re bê vekirin.” -
HBDH: Ji bo hesabpirsîna komkujiyan werin em têkoşînê mezin bikin!
Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser bingeha têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ji bo hesabpirsîna komkujiyên Beyazît, Helebce û Gaziyê banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Kongra Star qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî: Em ê li dijî dijmin têbikoşin
Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek weşand û got: “Em soz didin ku em ê erka ku dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.” -
Newroza li Qeyseriyê hate betalkirin
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qeyseriyê bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin. -
Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan êdî mecbûriye
Paolo Ferrero, Abdullah Ocalan weke fîlozofekî li seranserî cîhanê pênase kir û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan êdî mecbûriye. Ferrero got: “Tecrîd nîşan dide ku çiqas ji Ocalan ditirsin. Divê em pêngava azadiyê hîn mezintir bikin.” -
Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
Li Mêrsînê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. -
Temellî: Divê em dawî li aboriya faşîzmê bînin
Serokwekîlê Koma Meclîsa DEM Partiyê Sezaî Temellî behsa geşedanên aborî yên di demên dawî de kir û got: “Dixwazin hem şer bidomînin û hem jî di aboriyê de îstiqrarê çêkin, lê ev ne pêkan e.”