ROJANE
Hemû Nûçe
-
ESP û AVEG-KON: Em ê bi têkoşîna xwe êrîşên binçavkirinê têk bibin
ESP û AVEG-KON'ê li dijî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek dan û gotin, “Em ê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî re êrîşên şefên faşîst têk bibin. Em xewa faşîzmê biherimînin.” -
Namzetên DEM Partiyê serdana rojnameya Agosê kirin
Namzetên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana rojnameya Agosê kirin. -
Derbarê dosyayên rojnamevanên hatine binçavkirin, biryara bisînorkirinê
Derbarê dosyayên Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn de ku di saetên siharê de li Wanê hatin binçavkirin, biryara bisînorkirinê hate dayîn. -
Nameya nivîskarê girtî ya ji bo Abdullah Ocalan hate desteserkirin
Nivîskarê girtî Zekî Bayhan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand, lê belê hate desteserkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Dewleta Îranê kolberekî din ê Kurd qetil kir
Hêzên Îranê li sînorê Bane êrîş birin ser komek ji Kolberan. Di encamê de kolberekî Kurd qetil kir. -
Milîsên HBDH'ê li marketa BÎM'ê çalakiya sabotajê kirin
Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê ragihandin ku li depoyeke marketa BÎM'ê ya 'piştevanê sîstema faşîst' çalakiya sabotajê kirine. -
Li Semsûrê mêrekî yek jê zarok sê kes qetil kirin
Li gundê girêdayî navçeya Şemîzinan a Semsûrê Kasim Avci hevjîna xwe Tugba Avci, xizmê xwe Abîdîn Avci û kurê Abîdîn Avci yê 9 salî Mûstafa Avci qetil kir. -
Polîsan bi ser mala Parlamenter Çîçek Otlû de girt
Polîsan bi ser mala Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû de girt. Polîsan derî şikandin û di hundirê malê de lêgerîn kirin. -
Wekîlên PE’yê: Azadiya Abdullah Ocalan rêya çareseriya demokratîk e
Wekîlên Parlementoya Ewropayê yên di çalakiya ku li Strasbourgê hate lidarxistin de hatin ba hev, anîn ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. -
PDK bi maskeya parazvanên sînor xiyaneta xwe dinixumîne
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK'ê xwestiye, hîn bêhtir zextê li qadên gerîla bike. Ji bo pêşî li nerazîbûna raya giştî ya Kurd bê girtin jî maskeya Yekîneyên Parastina Sînor tê bikaranîn. -
ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xelkê Îdîrê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê meşiyan
Xelkê Îdirê li dijî redkirina serlêdana namzetên Hevşdaredariyê yên DEM Partiyê meşiyan û biryar protesto kirin. -
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê serlêdana namzetên DEM Partiyê red kir
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya YSK'ê serlêdana Namzetê Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş û Namzeta Hevşaredariya Bajaroka Hoşhaberê Emîne Yondem Kartal red kir. -
Li ser rêya Colemêrgê aşût çêbû: Kesek mir, 14 kes jî birîndar bûn
Mînîbusa rêwiyan a ku di Taxa Xoşebê ya Payîzava ya Wanê derbas dibû di bin aşûtê de ma. Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn. -
'Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes dakevin kolanan'
Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan. -
Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin bi meşekê hatin bîranîn
Bîranîna Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê PM'ê yê DBP'ê Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên li jêrzemîna Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. -
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî kir
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çar febrîqe, du market, wesayitek û bi dehan paletên înşaetê şewitand. -
Milîsên HBDH’ê li Uskudarê otoparka avahiyên luks hedef girt
Milîsên Sînan Ateş ên HBDH'ê ragihand ku wan li Uskudara Stenbolê otoparka avahiyên luks hedef girtine û gelek wesayît îmha kirine. -
Rojnameya Filelfteros cih da nivîsa Abdullah Ocalan
Rojnameya Filelfteros a Qibrisê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û ji pirtûka wî ya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' nivîsa bi sernavê 'Li tehtên Îmraliyê min li zincîrê xistin' weşand. -
ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên Edaletê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd berdewam dikin
Di Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de peyama domandina têkoşînê hate dayîn. -
Mitînga Azadî û Demokrasiyê: Bi hezaran kes diherikin qadê
Bi hezaran kes ji bo beşdarî mitînga “Azadî û Demokrasiyê” ya ku wê li Qada Esenyurtê pêk were, diherikin qadê. -
Parêzeran têkildarî Îmraliyê serî li CPT'yê dan
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku sê sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdaneke din li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin. -
Segolene Amiot: Gava destpêkê ya ji bo aştiyê, azadiya Abdullah Ocalan e
Ji Şandeya Parlamenteran a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê û ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd parlamentera Fransayê Segolene Amiot got, "Gava destpêkê ya ji bo aştiyê rakirina tecrîdê û misogeriya azadiya Abdullah Ocalan e."