ROJANE
Hemû Nûçe
-
Newroz li Lubnanê hate pîrozkirin: Em dixwazin Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin
Kurdistaniyên li paytexta Lubnan Beyrûdê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 38 zarokan da
Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 38 zarokan a di dema pîrozbahiya Newrozê da û diyar kir ku binçavkirin li dijî hiqûqê ye. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê agir berdan depoya faşîstan
Milîsên Denîz Poyraz ên HBDH’ê ragihandin ku wan li Îzmîrê li dijî depoyeke ayîdê “piştevanên sîstema faşîst” çalakiya sabotajê kirine. -
Hejmara 6'an a Bultena Tecrîdê hate weşandin
Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand. -
ROJEVA 22'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li gelek bajarên Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Ji bo bibihîze li avahiya wezaretê ‘Edalet’ daliqand
Emîne Şenyaşar a ku çalakiya Nobeta Edaletê didomîne, deriyê ketina ziyaretvanan a Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê; ji Edaletê re hat girtin. -
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ket roja xwe ya 100’emîn
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Stenbolê tê lidarxistin, kete roja 100’emîn. -
Di pîrozbahiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyama 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' hat dayîn
Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li qadên Newrozê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û li dijî dagirkeriyê peyam dan. -
Nobetên Edaletê: Kurd paşve gav navêjin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Çalakvanên Nobeta Edaletê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeta xwe dewam kirin û peyama "Kurd paşve gav neavêjin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin" dan. -
Li Eskîşehîrê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin
Li Eskîşehîrê di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma; ‘Rabe, dema azadî û serkeftinê ye’ hate berzkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîrkirin. -
Li Edeneyê di bin barana zêde de coşa Newrozê
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di bin barana zêde de Newroz bi coş hat pîrozkirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanên nû hatin kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 36 meh in tu agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû kirin. -
HBDH: Em di Newrozê de qadan tije bikin û şerê şoreşgerî berfireh bikin
HBDH'ê got, "Em di Newrozê de qadan tije bikin û şerê şoreşgerî ya yekbûyî ya li dijî zilmê berfireh bikin. Divê ala serhildanê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst bê bilindkirin." -
Milîsên HBDH'ê li Stenbolê agir berdan qemyonan
Milîsên Rahşan Demîrel ên HBDH'ê li Esenyûrt a Stenbolê agir berdan qemyonan. -
Agirê Newrozê li Ermenistanê hate dadan
Agirê Newrozê li navçeya Oktemberyan a Ermenistanê hate dadan. -
ROJEVA 21'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Emîne Şenyaşar: Ji bo edaletê ez biçim ku derê?
Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku 6 sal in ew li benda edaletê ye. Şenyaşar diyar kir ku kesên zarokên wê qetil kirine azad in û kurê wê hê jî di girtîgehê de ye û pirsa ”Ji bo edaletê ez biçim ku derê?" pirsî. -
Newroz li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê hate pîrozkirin
Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê gel ji bo Newrozê daketin qadan. -
Newroza Akdenîzê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Akdenîzê axivî û got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin." -
Li Newroza Erdîşê tevî berfê jî bi hezaran kes hatin ba hev
Li navçeya Erdîş a Wanê tevî berfê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. -
Encamnameya konferansa ‘çareseriyê’: Tecrîd pirsgirêkê kûr dike
Di encamnameya konferansa ‘çareserî û aştiyê’ de hate gotin, “Divê Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyê were kirin” û hate destnîşankirin ku şer û tecrîd pirsgirêkê kûr dikin. -
Yekîneyên Amedê yên YCWK'ê stasyona bazê îmha kirin
Yekîneyên Amedê yên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku wan stasyoneke bazê îmha kirine. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo 'yekîtiya neteweyî' û 'parastina hevpar' bang kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi wesîleya Newrozê bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê 'yekîtiya neteweyî' û 'parastina hevpar' têbikoşe û serketinê misoger bike. -
PÎK'ê piştgirî da namzetên DEM Partiyê
Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê û bang li oldarên Kurd hemûyan kir ku piştgiriya DEM Partiyê bikin.