ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê bi pankarta “Em 5 sal in tenê edaletê dixwazin” di roja 68'an de ye. -
'4'ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e!'
Bi wesîleya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin û peyama “4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e” hat dayîn. -
Di çalakiyên Nobeta Edaletê de 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
Çalakvanên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye desptêkirin, di çalakiya îro de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
HSK’ê der barê dadgeha ku biryara Zeydan dabû lêpirsîn da destpêkirin
Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) derheqê dadgeha têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiya 75 salî Hatîce Yildiz giran bû
Kurê Yildiz a girtî ya 75 salî, Alper Yildiz got ku dayika wî gelek caran bi ser hişê xwe de diçe û di mijara bêhnstandinê de zehmetiyê dikişîne. -
Înisiyatîfa Zarokên Agir du kargeh, sîteyek û wesayitek şewitandin
Înisiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li Mêrsîn, Enqere û Bûrsayê du kargeh, sîteyek a bazirganên xurdeyan û wesayîtekê dane ber agir. -
MAK'ê li qereqola polîsan xist
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 4'ê Nîsanê de bi bombe û molotof kokteylan çalakî li hemberî qereqolekê kirin. -
Girtiyê nexweş Yildirim piştî 31 salan hate berdan
Girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê 61 salî piştî 31 salan hate berdan. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
Li Mêrdînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê de gelek kes hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH'ê li Stenbolê agir berdan febrîqeyeke tekstîlê
Milîsên Mahsûm Karaoglan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku li Halkali ya Stenbolê agir berdane depoyeke febrîqeya tekstîlê ya faşîstan. -
Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û got, di hilbijartinê de Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû. -
YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna gel ê azad e
YJA Star: Rêbertî jiyaneke bi rûmet û bi wate da gelê Kurd. Lewma rojbûna Rêber Apo zayîna fikrê azad e, rojbûna gelê azad û Kurdistanê ye. -
KCDK-E: Serhildan û têkoşîna li Wanê mîladek e
KCDK-E'yê serhildan û têkoşîna li Wanê weke mîladekê binav kir û got: ‘’Gelê Kurd dît ku dikare bi serhildan û têkoşînê bi ser bikeve.’’ -
Girtiyê nexweş Acar nayê dermankirin
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Nacî Acar giran dibe. Xwişka Nacî Acar Nebahat Acar xwest, birayê wê tavilê bê berdan ku karibe bê dermankirin. -
ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
Ferît Şenyaşar da zanîn ku wê nobeta wan a edaletê di cejnê de jî bidome û got: "Gelê Wanê çawa li ber xwe da û têkoşiya, em hemû gelê xwe vedixwînin ber Wezareta Dadê jî." -
Çalakgerên Nobeta Edaletê: Em ê sibê li Amarayê bin
Çalakgerên li gelek bajaran tevlî Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan û destnîşan kirin ku ew ê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amarayê bin. -
Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe bû
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Mûstafa Guven bûn. Guven dû re birin girtîgehê. -
‘Li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome’
Koordînasyona Çavdêriyê ya Navenda Greva Birçîbûnê ragihand ku li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome. -
Girtiyên PKK û PAJK'ê: Em derbasî qonaxeke nû dibin, berxwedanê mezin bikin
Girtiyên PKK û PAJK'ê berxwedana greva birçîbûnê temam kirin û biryar dan ku telefon û serdana malbatan boykot bikin. Girtiyan gotin, "Em derbasî qonaxeke nû bûne. Bang li gelên xwe dikin ku berxwedanê mezin bikin." -
MAK: Divê bi îsyanê bersiv ji desteserkirina îradeyê re bê dayin
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) diyar kir ku polîtîkaya desteserkirina şaredariyan nayê qebûlkirin û bang kir ku bi îsyanê bersiv ji vê yekê re bê dayin. -
DFG'ê rapora meha Adarê eşkere kir
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Adarê êriş li 6 rojnamegeran hate kirin. -
HBDH: Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye
HBDH'ê deştnîşan kir ku faşîzma AKP û MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de derbeyeke giran xwariye û bertek nîşanî hewldana desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê da û got: ‘’Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye.’’